Heft Reng

Hayata Dair Yazılar

  • Ana Sayfa
  • 📚E-Pirtûk (E-Kitaplar)
Trend Aramalar
  • Pencereyi Kapama Gök Dolabilir İçeri
  • Fransız Teğmenin Kadını John Fowles
  • Romana Şiir Katınca
  • İnsanlar Diyorum
  • Anlatamadıklarımız..
  • Ya Mutluysak
  • Ömür Dediğin
  • Ayrılık Türküsü
  • Güvenmek!
  • Tutunduğumuz İnsanlar
Ana Sayfa Kurdî Kürtçe

Xalbendî Beşa 1 (Noktalama İşaretleri Bölüm 1)

Heft Reng
Heft Reng
Kasım 01, 2025
---
Bağlantı Oluşturma
Lütfen bir dakika bekleyin. Bağlantı başarıyla oluşturulduysa aşağıdaki butona tıklayın.

Nasîn (Tanım)

Nişandekên ku li gorî hin rêzikên rêzimanî, hêmanên hevokan bi hev girê didin an ji hev dikin; ên ku wek xal, bêhnok, xalebêhnok, xalecot û hwd. re xalbendî(niqteşanî) tê gotin. (Gramer kurallarına göre cümlelerin öğelerini birbirine bağlayan veya ayıran; nokta, virgül, noktalı virgül, iki nokta üst üste vb. olarak adlandırılan işaretlere noktalama işaretleri denir.)

Pirs (Soru)

Teksta jêrîn, bê xalbendî û bi xalbendî hatiye nivîsandin, raberî hev bikin! (Aşağıdaki metnin noktalama işaretli ve noktalamasız halleri yazılmıştır, karşılaştırın!)

Mînak I: Bê xalbendî (Noktalamasız)

Serçavan Fincano Min nizanibû xwediyê min dizane ku ev navê wî ye Fincan ji destê wî girt qehwe kir qurtek û got Nemreya lingê te çiqas e Ez nizanim Bersiva wî ken ji ser lêvên xwediyê min firand Çavên xwe berdan min Min qirika xwe dirêj kiribû Cira lingê min nexweş e di zivistanê de mezin dibin û di havînê de biçûçik dibin Te em şaş kirin bavo Nemreya lingê xwe bêje pişt re tu kîjan solê hildibijêrî tu azad î Xem nake ez ê hilbijêrim (Mêrê Avis, Helîm Yûsiv)

(Başüstüne Fincano Bilmiyordum sahibimin onun adının bu olduğunu bildiğini Fincan elinden aldı kahveden bir yudum aldı ve dedi Ayak numaran kaç Bilmiyorum Cevabı sahibimin dudağından gülümsemeyi uçurdu Gözlerini bana dikti Ben boynumu uzatmıştım Benim ayaklarımın cinsi hastadır kışın büyürler yazın küçülürler Bizi şaşırttın baba Ayak numaranı söyle sonra hangi ayakkabıyı seçersen serbestsin Fark etmez ben seçeceğim)

Mînak II: Bi xalbendî (Noktalamalı)

- Serçavan... Fincano!
Min nizanibû xwediyê min dizane ku ev navê wî ye. Fincan ji destê wî girt, qehwe kir qurtek û got:
- Nimreya lingê te çiqas e?
- Ez nizanim.
Bersiva wî, ken ji ser lêvên xwediyê min firand. Çavên xwe berdan min. Min qirika xwe dirêj kiribû:
- Cira lingê min nexweş e, di zivistanê de mezin dibin û di havînê de biçûçik dibin.
- Te em şaş kirin bavo! Nimreya lingê xwe bêje, pişt re tu kîjan solê hildibijêrî, tu azad î.
- Xem nake, ez ê hilbijêrim.
(Mêrê Avis, Helîm Yûsiv)

(- Başüstüne... Fincano!
Bilmiyordum sahibimin onun adının bu olduğunu bildiğini. Fincan elinden aldı, kahveden bir yudum aldı ve dedi:
- Ayak numaran kaç?
- Bilmiyorum.
Cevabı, sahibimin dudağından gülümsemeyi uçurdu. Gözlerini bana dikti. Ben boynumu uzatmıştım:
- Benim ayaklarımın cinsi hastadır, kışın büyürler yazın küçülürler.
- Bizi şaşırttın baba! Ayak numaranı söyle, sonra hangi ayakkabıyı seçersen serbestsin.
- Fark etmez, ben seçeceğim.)


A) Xalbendî (Noktalama İşaretleri)

Ev nîşandek gerdûnî ne û di gelek zimanên nûjên, bi taybetî yên ku alfabeya latînî de tên bikaranîn. Mirov dikare nîşandekan wiha bide rêzandin û dahûrandin. (Bu işaretler evrenseldir ve birçok modern dilde, özellikle Latin alfabesi kullanan dillerde kullanılırlar. İşaretleri şu şekilde sıralayabilir ve analiz edebiliriz.)

 Xal ( . ) (Nokta)

Jê re niqte jî tê gotin û di xwandinê de rawestinekê ya ku bi qasî bêhneke normal şanî dide. (Ona "niqte" de denir ve okumada normal bir nefes miktarı kadar duraklamayı gösterir.)

Bikaranîn (Kullanım):

  • Xal tê dawiya hevokê û peyva piştî wê bi tîpa girdek dest pê dike: (Nokta cümlenin sonuna gelir ve ondan sonraki kelime büyük harfle başlar:) Hemşîreyan ew xist nav nivînan. Canê wê yê germ, bûbû weke sotikê êgir. (Hemşireler onu yatağa yatırdı. Sıcak canı, ateş parçası gibi olmuştu.)
  • Di kurtenivîsan de tê ber kurteyê: (Kısaltmalarda kısaltmanın önüne gelir:) Doktor  Dr. Mervan Zinar
    Hesen Mihemed Baran  H. Mihemed Baran
    her wekî din  hwd. (ve benzeri  vb.)
    matematîk  mat.
  • Di nivîsandina mejûyê de nevbarên roj, meh û salê de: (Tarih yazımında gün, ay ve yıl arasına:) 21. 05. 2009
  • Di nivîsandina demjimêrê de, di navbera saet û xulekê de: (Saat yazımında saat ve dakika arasına:) Trêna lezgîn, saet di 10.15 ‟an de radibe. (Hızlı tren saat 10.15’te kalkıyor.)
  • Di xaneyên jimarîn de: (Sayıların basamaklarında:) 15.456.132
  • Di matematîkê de li şûna nîşana carandinê: (Matematikte çarpma işareti yerine:) 20 x 5 = 100  20. 5 = 100

 Bêhnok ( , ) (Virgül)

Jê re bihnok jî tê gotin û di xwandinê de rawestinekê ya ku bi qasî nîvbêhneke normal diyar dike. (Ona "bihnok" da denir ve okumada yarım nefes miktarı kadar bir duraklamayı belirtir.)

Bikaranîn (Kullanım):

  • Di navbera hevokên sereke û pêreyî de: (Ana cümle ve yan cümle arasında:) Nalîn ji cihê xwe rabû, li ber eynikê rûnişt û porê xwe şe kir. (Nalin yerinden kalktı, aynanın karşısına oturdu ve saçını taradı.)
  • Di navberên hevokên serbixwe yên rêzkirî de: (Sıralı bağımsız cümleler arasında:) Ji ber ku em têr bûn, min nexwest ku zarokên min, nexwende bimînin û karan bikin. (Biz doyduğumuz için [doygun olduğumuz için], çocuklarımın okumamış kalmasını ve çalışmasını istemedim.)
  • Di navberên peyv an komepeyvan de: (Kelimeler veya kelime grupları arasında:) Wê kulîlkên sor û zer, pelên teze, sepeteke darîn hêvî dikir.
  • Di hevokê de li ber peyvên hempeywir: (Cümlede eş görevli sözcüklerin önünde:) Rojda, Rojbîn, Rojhat û Serdar bi hev re dixwînin.
  • Di hin hevokên têkel de li ber kirdeyê: (Bazı karmaşık cümlelerde özneden önce:) Jinekê, bi her du destên xwe li jinûyên xwe dixist û diqîriya.
  • Di banglêkirinê de li ber peyva têkildar: (Seslenmelerde ilgili kelimeden önce:) Kurino, em ji vir diçin!
  • Di diyalogê de li dawiya hevoka sereke: (Diyalogda ana cümlenin sonunda:) Memê: - Min ji wan re texsiyek amade kiriye, got. (Memê: - Onlara bir taksi hazırladım, dedi.)
  • Di jimarên pareyî de xaneyên ku li bin sifirê cuda dike: (Ondalıklı sayılarda sıfırın altındaki (küsurat) basamakları ayırır:) Min 10, 25 kg hingiv kirîn.
  • Di destpêka name û daxwaznameyan de... (Mektup ve dilekçelerin başında...) Birêz Mamoste Dilbirîn,
    Xwendekarên hêja,

 Xalebêhnok ( ; ) (Noktalı Virgül)

Jê re niqtebihnok jî tê gotin û ew di xwandinê de rawestinekê ya ku bi qasî bêhn û nîvekê ya rîtmekê dimêrîne. (Ona "niqtebihnok" da denir ve okumada bir buçuk nefeslik bir ritim kadar duraklamayı ölçer.)

Bikaranîn (Kullanım):

  • Di hevokên hevedudanî û yan ên rêzkirî de: (Bileşik veya sıralı cümlelerde:) Hinan tiştên xwe dixistin hundir, hinan ji hundir derdixistin derve; hinan piştiyên xwe amade dikirin, hin li nava malan li benan digeriyan... (Kimisi eşyalarını içeri koyuyordu, kimisi içeriden dışarı çıkarıyordu; kimisi sırt çantalarını hazırlıyordu, kimisi evlerin içinde ip arıyordu...)
  • Li şûna hin gihanekan(lê, lêbelê, ema...): (Bazı bağlaçların yerine (ama, fakat, lakin...):) Hinan digot, em ê çadira xwe bibin, weke din em tiştekî nabin; gaz û sobe tune bin jî em ê çadira xwe vedin û xwe bidin bin. (Kimisi, çadırımızı götüreceğiz... diyordu; gaz ve soba olmasa da çadırımızı açıp altına gireceğiz.)
  • Di helbestan de rêzên serbixwe û têkildar bi hev girê dide: (Şiirde bağımsız ama ilişkili dizeleri birbirine bağlar:) Tu disefînî bi stêr û balinde ve;
    Ez ne nexweş im, pir darhal im
  • Di destpêka name û daxwaznameyan de... (Mektup ve dilekçe başlarında...) Dayika dilbikul;
    Ji Berpirsiyara Komeleyê re;
Kurdî Kürtçe
WhatsApp Telegram
Yorum yazmak için lütfen giriş yapın.
© 2025 Heft Reng.