Heft Reng

Hayata Dair Yazılar

  • Ana Sayfa
  • 📚E-Pirtûk (E-Kitaplar)
Profil Fotoğrafı
Kullanıcı Adı
email@example.com
veya

Şifrenizi mi unuttunuz?

Hesabınız yok mu? Kayıt Ol

Kayıt Ol 🚀

Zaten hesabınız var mı? Giriş Yap

Şifre Sıfırla 🔑

Giriş yapmaya geri dön. Giriş Yap

Trend Aramalar
  • Pencereyi Kapama Gök Dolabilir İçeri
  • Fransız Teğmenin Kadını John Fowles
  • Romana Şiir Katınca
  • İnsanlar Diyorum
  • Anlatamadıklarımız..
  • Ya Mutluysak
  • Ömür Dediğin
  • Ayrılık Türküsü
  • Güvenmek!
  • Tutunduğumuz İnsanlar
Ana Sayfa Kurdî Kürtçe

Dersa Kurdî: Hevoksazî (Sözdizimi)

Heft Reng
Heft Reng
Ekim 23, 2025
---
Bağlantı Oluşturma
Lütfen bir dakika bekleyin. Bağlantı başarıyla oluşturulduysa aşağıdaki butona tıklayın.
Dersa Hevoksaziyê (Sözdizimi Dersi)

Hevoksazî (Sözdizimi), pêkhatina hevokan (cümlelerin oluşumu) û di wan de rêzbûna hêmanên bêjeyî (kelimesel unsurların sıralanışı) û têkildariyên wan ên hevokî (cümlesel ilişkilerini) vedikole (inceler). Ev vekolîn, li gorî rê û rêzikên rêzimanî (dil bilgisi kural ve kaidelerine göre) çêdibin.

Hevok û cureyên wê (Cümle ve türleri) û hevok û hêmanên wê (cümle ve ögeleri) bingeha hevoksaziyê ne (sözdiziminin temelidir).

Hevok (Cümle)

Li gorî rêgezên rêzimanî (Dil bilgisi kurallarına göre) û têkildariya wate û peywirên hêmanên xwe (ögelerinin anlam ve görev ilişkisine göre) hevok; raman (düşünce), hest (duygu), daxwaz (istek), dîtin (görüş), hikm (hüküm) û rûdanan (olayları) tînin ziman (dile getirir).

Bi gotineke gelemperî (Genel bir deyişle); hevokek bi tîpa girdek dest pê dike (cümle büyük harfle başlar) û bi xal (.) an pirsnîşan (?) an bangnîşan (!) an jî bi sêxalê (...) dawî dibe (sona erer). Ew nayê vê wateyê ku her hevok bi van xalbendiyan diqedin (Bu, her cümlenin bu noktalama işaretleriyle bittiği anlamına gelmez).

Di kurmanciyê de ji bo pêkhatina hevokeke hêsan (basit bir cümlenin oluşumu için) pêwîst e ku lêkerek bê kêşandin (bir fiilin çekimlenmesine ihtiyaç vardır). Wek tê zanîn ev kêşan li gorî dem, kes û mêjerê dibin (Bilindiği gibi bu çekimler zamana, kişiye ve sayıya göre olur).

Mînak (Örnek): Lêker (Fiil): Çûn (Gitmek)

Biçe! (Git!)
Diçe. (Gidiyor.)
Çû. (Gitti.)

Hêmanên hevokê (Cümlenin Ögeleri)

Di hevokê de çar hêmanên girîng hene (Cümlede dört önemli öge vardır):
Yên bingehîn (Temel ögeler): Kirde (Özne) û Pêveber (Yüklem)
Yên alîkar (Yardımcı ögeler): Bireser (Nesne) û Têrker (Tümleç)

Kirde (Özne):

Di hevokê de çalakî (eylem) ji aliyê kirdeyan ve pêk tên ku ew kirde, yekjimar (tekil) û pirjimar (çoğul) kes (kişi) an jî tişt (şey) in. Di kurmanciyê de kirde, bi piranî di destpêka hevokê de cih digire (Kürtçede özne çoğunlukla cümlenin başında yer alır). Ji kirdeyê re kiryar (fail) jî tê gotin.

Bo bidestxistina kirdeyan (Özneyi bulmak için); ji bo mirovan (insanlar için) pirsên bi (kî/kê) (kim) û ji bo tiştan (nesneler için) jî pirsên ku bi (çi) (ne)‟yê, ji lêkerên pêveber (yüklem fiiline) têne kirin.

Mînak (Örnek):

Kirde yekjimar e (Özne tekildir):
Bo mirovan (İnsanlar için): Zelal: Zelalê av vexwar. (Zelal su içti.)
Bo tiştan (Nesneler için): berx: Berxê av vexwar. (Kuzu su içti.)

Kirde pirjimar e (Özne çoğuldur):
Bo mirovan (İnsanlar için): Mem, Zelal: Mem û Zelalê av vexwarin. (Mem ve Zelal su içtiler.)
Bo tiştan (Nesneler için): berxan: Berxan av vexwarin. (Kuzular su içtiler.)

Mînak (Örnek): Di hevokê de kirde bi awayê veşarî (cümlede gizli özne) jî dibin:

Li her çarşemê dihat. (Her Çarşamba gelirdi.)
(Kirde veşarî: ew) (Gizli özne: o)

Her roj dixwand û dinivîsand. (Her gün okur ve yazardı.)
(Kirde veşarî: wî/wê) (Gizli özne: o)

Pêveber (Yüklem):

Ev hêman pêkhatina kar, bûyer û rewşan radigihînin (Bu öge; iş, oluş ve durumların gerçekleştiğini bildirir). Ji bo karîgeriya pêveberê, pêwîst e ku herî kêm lêkerek bê kêşandin (Yüklemin işlevi için en az bir fiilin çekimlenmesi gerekir). Di kurmanciyê de pêveber, bi piranî di dawiya hevokê de cih digire (Kürtçede yüklem çoğunlukla cümlenin sonunda yer alır).

Mînak (Örnek):

Ji lêkerê xwerû (Yalın fiilden): çûn (gitmek)
Serdar çû. (Serdar gitti.) (Pêveber/Yüklem: çû)

Ji lêkerên pêkhatî (Türemiş fiillerden): rabûn (kalkmak)
Zîlan rabû. (Zilan kalktı.) (Pêveber/Yüklem: rabû)

Ji lêkerê hevedudanî (Bileşik fiilden): pêk anîn (gerçekleştirmek)
Dîlanê karê xwe pêk aniyê. (Dilan işini gerçekleştirmiş.) (Pêveber/Yüklem: pêk aniye)

Mînak (Örnek): Li gorî lêkeran pêveber (Fiillere göre yüklem):

Ji yên ku rewş an taybetiyan raber dikin (Durum veya özellikleri gösterenler): Bûn (Olmak)
Serdar zilam e. (Serdar adamdır.) (Hêmana pêveber/Yüklem ögesi: zilam e)
Serdar jêhatî ye. (Serdar yeteneklidir.) (Hêmana pêveber/Yüklem ögesi: jêhatî ye)
Serdar ciwan bû. (Serdar gençti.) (Hêmanên pêveber/Yüklem ögeleri: ciwan bû)

Bireser (Nesne / Düz Tümleç):

Kirde çalakiyên xwe yekser li ser kes û tiştan pêk tînin (Öznenin eylemini doğrudan etkilediği kişi) ... ev kes û tişt ... hêmanên bireser in (bu kişi ve nesneler... nesne ögesidir). Bi navlêkirineke din (Başka bir adlandırmayla), di hevokê de bireser têrkerên rasterast in (cümlede nesne, doğrudan tümleçtir).

Bo bidestxistina bireserê (Nesneyi bulmak için); bo kesan (kişiler için) pirsên bi (kî/kê) (kimi), bo tiştan (nesneler için) jî yên bi (çi) (ne)‟yê û ev pirs bi kirdeyê ve (bu sorular özneyle birlikte) ji lêkerên pêveber tên kirin (yükleme sorulur).

Mînak (Örnek):

Bireser kes(mirov) in (Nesne kişidir):
Diya Dîlanê zarok mêjand. (Dilan'ın annesi çocuğu emzirdi.)
Pirs (Soru): Diya Dîlanê kî mêjand? (Dilan'ın annesi kimi emzirdi?) Bersiv (Cevap): zarok (çocuğu)

Bireser tişt in (Nesne bir şeydir):
Bavê Dîlanê berçavik kirî. (Dilan'ın babası gözlük aldı.)
Pirs (Soru): Bavê Dîlanê çi kirî? (Dilan'ın babası ne aldı?) Bersiv (Cevap): berçavik (gözlük)

Têrker (Tümleç):

Ji aliyê sazbûna hevokê ve hêmanên ku pêveberan temam an jî xurt dikin, têrker in (Cümlenin yapısı bakımından yüklemi tamamlayan veya güçlendiren ögeler tümleçtir). Bi giştî ew temamkirin û xurtkirin ji aliyê dem (zaman), cih (yer) û rewşê (durum) ve ne.

Têrker li du beşên sereke kom dibin (Tümleçler iki ana bölüme ayrılır):
Yên rasterast (Doğrudan tümleçler): Ev bireser (nesne) in.
Yên nerasterast (Dolaylı tümleçler):

Mînak (Örnek): Di hevokê de têrkerên nerasterast (Cümlede dolaylı tümleçler):

Ji yên ku bo demê bi kar tên (Zaman için kullanılanlar):
Sê firoşger piştî nîvro ketin taxê. (Üç satıcı öğleden sonra mahalleye girdi.)
Têrker (Dem/Zaman): piştî nîvro (öğleden sonra)
Têrker (Cih/Yer): taxê (mahalleye)

Ji yên ku bo cih û berekê bi erk dibin (Yer ve yön bildirenler):
Hemû ciwan pêkte li parkê rûniştibûn. (Tüm gençler birlikte parkta oturmuşlardı.)
Têrker (Cih/Yer): li parkê (parkta)

Ji yên ku bo rewşê karîger in (Durum için etkili olanlar):
Ew bi hev re hêdî û xweşik direqisiyan. (Onlar birlikte yavaş ve güzel dans ediyorlardı.)
Têrker (Rewş/Durum): bi hev re (birlikte), hêdî (yavaş), xweşik (güzel)

Cureyên hevokan (Cümle Türleri)

Em ê cureyên hevokan li ser sê beşan vekolin (Cümle türlerini üç başlıkta inceleyeceğiz):

Bi gelemperî cureyên hevokê (Anlamlarına göre cümle türleri):

Hevokên ragihandinê (Bildirme cümleleri): Rewş, rûdan, agahî û ramanan radigihînin (Durum, olay, bilgi ve düşünceleri bildirirler).

Mînak (Örnek):

Şerko Bêkes helbestvanekî berhemdêr e. (Şerko Bêkes üretken bir şairdir.)

Hevokên erêniyê (Olumlu cümleler):

Mînak (Örnek):

Ew li mêvanxaneya şaredariyê radiziya. (O, belediyenin misafirhanesinde uyuyordu.)

Hevokên neyînê (Olumsuz cümleler):

Mînak (Örnek):

Wan ew ranekirin nexweşxaneya nûjen. (Onu modern hastaneye kaldırmadılar.)

Hevokên fermaniyê (Emir cümleleri):

Mînak (Örnek):

Rabe ser xwe! (Ayağa kalk!)

Hevokên daxwaziyê (İstek cümleleri):

Mînak (Örnek):

Hûn jî li depreşê binivîsînin. (Siz de dilekçeye yazın.)

Hevokên xwestekiyê (Dilek cümleleri):

Mînak (Örnek):

Xweziya ew li cem wan bibûya. (Keşke o, onların yanında olsaydı.)

Hevokên hekanîyê (Şart cümleleri):

Mînak (Örnek):

Heke hûn nexebitin, nikarin bi pêş kevin. (Eğer çalışmazsanız, ilerleyemezsiniz.)

Hevokên divêtiyê (Gereklilik cümleleri):

Mînak (Örnek):

Divê tu vê mijarê ji bo min baş vebêjî. (Bu konuyu bana iyi anlatmalısın.)

Hevokên pirsyariyê (Soru cümleleri):

Mînak (Örnek):

Kî endezyar e? (Mühendis kimdir?)
Ew li ku derê mabû? (O nerede kalmıştı?)

Hevokên baneşaniyê (Ünlem cümleleri):

Mînak (Örnek):

Ew çi xwendekarekî zîrek e! (O ne kadar zeki bir öğrencidir!)

Li gorî rewşa pêveberê ve hevok (Yüklemin türüne göre cümleler):

Li gorî rewşa pêveberê hevok du bir in (Yüklemin durumuna göre cümleler iki çeşittir): Yên navdêrî (İsim cümleleri) û yên lêkerî (Fiil cümleleri).

Hevokên navdêrî (İsim cümleleri): Pêveberên wan bi navdêr, rengdêr, cînavk hwd. pêk tên (Yüklemleri isim, sıfat, zamir vb. oluşan cümlelerdir). Bi kêşana lêkera "bûn"ê (genellikle "olmak" fiilinin çekimiyle) çêdibin.

Mînak (Örnek):

Navê vê qîzê Berfîn e. (Bu kızın adı Berfin'dir.)
Alan û Berfîn ciwan in. (Alan ve Berfin gençtirler.)

Hevokên lêkêrî (Fiil cümleleri): Pêveberên wan bi lêkerên kêşandî (çekimli fiiller) pêk tên.

Mînak (Örnek):

Alên ji Berfînê re pir name dişandin. (Alan, Berfin'e çok mektup gönderiyordu.)
Di wan salan de ew li wir bûbûne. (O yıllarda onlar orada olmuşlardı.)

Ji aliyê avasaziyê ve hevok (Yapı bakımından cümleler):

Hevok ji aliyê avasaziyê ve li du birên bingehîn tên komkirin (Cümleler yapı bakımından iki temel çeşide ayrılır): Xwerû (Basit) û hevedudanî (Bileşik).

Hevokên xwerû(sade) (Basit cümleler): Ev hevok bi kêşana lêkerekê (tek bir fiil çekimiyle); hest, daxwaz, bûyar an jî ramanekê radigihînin (bir duyguyu, isteği, olayı veya düşünceyi aktarırlar).

Mînak (Örnek):

Rewşen bajarî ye. (Rewşen şehirlidir.)
Wê xwendina xwe bi dawî kiriye. (O, eğitimini bitirmiş.)

Hevokên serbixwe (Bağımsız cümleler / Sıralı Cümleler): Ev ji aliyê sazbûnê ve wekî yên xwerû hêsan pêk tên (oluşum bakımından basit cümleler gibidirler). Di hevokeke dirêj de li pey hev tên (uzun bir cümlede art arda gelirler) û bi bêhnok (virgül), xalecot (iki nokta) hwd. ji hev cuda dibin.

Mînak (Örnek):

Dîlanê şîv anî, da ber zarokan. (Dilan yemeği getirdi, çocukların önüne koydu.)
Berîvanê jî hirmî anîn û dan wan. (Berivan da armut getirdi ve onlara verdi.)

Hevokên navberî (Ara cümleler): Di nava hevokekê de, hevokeke din di navbera du bedikan (iki virgül) de yan jî bê bendik tên ristin (Bir cümle içerisinde, başka bir cümle iki virgül arasında veya virgülsüz olarak kurulur).

Mînak (Örnek):

Sala ku dest bi xwendinê kiribû -dibistan nû ava bûbû- ew heft salî bû. (Okula başladığı yıl -okul yeni yapılmıştı- o yedi yaşındaydı.)

Hevokên hevedudanî (Bileşik cümleler): Ev bi çend hevokên xwerû... bi alîkariya gihanekan (bağlaçlar yardımıyla)... tên sazkirin (Birkaç basit cümlenin bağlaçlar yardımıyla bir araya gelmesiyle oluşur).

Di hevokên hevedudanî de hevokên rêzkirî (Bileşik cümleler içinde sıralı cümleler): Ev ji çend hevokên serbixwe bi alîkariya gihaneka "û" (ve bağlacı) yan jî bi nîşandekên xalbendiyê (noktalama işaretleri) tên afirandin.

Mînak (Örnek):

Mem di cihan de bû; Dîlan kete hundir, haya wî jê nebû. (Mem yataktaydı; Dilan içeri girdi, onun haberi olmadı.)

Di hevokên hevedudanî de yên pevgirêdayî (Bileşik cümleler içinde bağlı cümleler / Girişik Bileşik Cümle): Ev herî kêm bi hevokekê bingehîn (temel cümle) û yeke alîkar (yan cümle) pêk tên. Ev bi gihanek (bağlaç) an cînavka girêkî "ku" (ilgi zamiri "ki") bi hev tên girêdan.

Mînak (Örnek):

Rewşen hat ku Dîlan rojnivîskê bixwîne. (Rewşen geldi ki Dilan günlüğü okusun.)
Hevoka bingehîn (Temel cümle): Dîlan rojnivîskê bixwîne
Ya alîkar (Yan cümle): Rewşen hat
Hêmana girêkî (Bağlayan öge): ku (ki)

Mînak (Örnek):

Yê ku porê te çêdike, di wî karî de xelata yekemîn girtiye. (Senin saçını yapan kişi, o işte birincilik ödülü almış.)
Hevoka bingehîn (Temel cümle): di wî karî de xelata yekemîn girtiye
Ya alîkar (Yan cümle): yê ku porê te çêdike

Veguhastina hevokan (Cümle Aktarımı / Anlatım)

Formên hevokên veguhastî bi alîkariya lêkera “gotin”ê (demek fiili yardımıyla) çêdibin. Ji aliyê veguhastinê ve hevok du cure ne (Aktarım bakımından cümleler iki türdür): Yên yekser (Doğrudan anlatım) û Yên neyekser (Dolaylı anlatım).

Hevokên veguhastî yên yekser (Doğrudan aktarılan cümleler / Doğrudan anlatım): Gotin tam wekî ku hatiye gotin, bi gelemperî di nava dunikê (" ") de tê dayîn. Hevoka yekemîn bi xalecotê (:) diqede.

Hevokên veguhastî yên neyekser (Dolaylı aktarılan cümleler / Dolaylı anlatım): Ev hevok hevedudanî ne, bi alîkariya gihaneka “ku”yê (ki bağlacı yardımıyla) pêk tên û di hevoka duyemîn de kes tên guhartin (ikinci cümlede kişiler değişir).

Mînak (Örnek): Li gorî dema niha (Şimdiki zamana göre)

Yekser (Doğrudan):
Rojhat dibêje : “ Ez niha diçim daristanê.” (Rojhat diyor: "Ben şimdi ormana gidiyorum.")

Neyekser (Dolaylı - Rêzimanî/Kurallı):
Rojhat dibêje ku ew niha diçe daristanê. (Rojhat, [onun] şimdi ormana gittiğini söylüyor.)

Neyekser (Dolaylı - Gelêrî/Halk dili):
Rojhat dibêje ku ez niha diçim daristanê. (Rojhat diyor ki ben şimdi ormana gidiyorum.)

Mînak (Örnek): Li gorî dema borî (Geçmiş zamana göre)

Yekser (Doğrudan):
Berîvanê ji Nazê re got : “ Em îşev li otelê namînin.” (Berivan, Naz'a dedi: "Biz bu gece otelde kalmıyoruz.")

Neyekser (Dolaylı - Rêzimanî/Kurallı):
Berîvanê ji Nazê re got ku ew îşev li otelê namînin. (Berivan, Naz'a bu gece otelde kalmayacaklarını söyledi.)

Neyekser (Dolaylı - Gelêrî/Halk dili):
Berîvanê ji Nazê re got ku em îşev li otelê namînin. (Berivan, Naz'a dedi ki biz bu gece otelde kalmıyoruz.)

Kurdî Kürtçe
WhatsApp Telegram
Yorum yazmak için lütfen giriş yapın.
© 2025 Heft Reng.