Dersa Kurdî: Hevoksazî (Sözdizimi)
Dersa Hevoksaziyê (Sözdizimi Dersi) Hevoksazî (Sözdizimi) , pêkhatina hevokan (cümlelerin oluşumu) û di wan de rêzbûna hêmanên bêjeyî (kelimesel unsurların sıralanışı) û têkildariyên wan ên hevokî (cümlesel ilişkilerini) vedikole (inceler). Ev vekolîn, li gorî rê û rêzikên rêzimanî (dil bilgisi kural ve kaidelerine göre) çêdibin. Hevok û cureyên wê (Cümle ve türleri) û hevok û hêmanên wê (cümle ve ögeleri) bingeha hevoksaziyê ne (sözdiziminin temelidir). Hevok (Cümle) Li gorî rêgezên rêzimanî (Dil bilgisi kurallarına göre) û têkildariya wate û peywirên hêmanên xwe (ögelerinin anlam ve görev ilişkisine göre) hevok; raman (düşünce), hest (duygu), daxwaz (istek), dîtin (görüş), hikm (hüküm) û rûdanan (olayları) tînin ziman (dile getirir). Bi gotineke gelemperî (Genel bir deyişle); hevokek bi tîpa girdek dest pê dike (cümle büyük harfle başlar) û bi xal (.) an pirsnîşan (...