Efsaneya Şahmaranê
Hemîd Heftreng'de yazar → ŞAHMARAN: Zemanekî Zanyarekî Kurd bi navê Ziryal hebûye. Ziryal pirtûkeke bi navê Xwezaya Cîhanê nivisîye. Di vê pirtûka xwe de qala bajarekî maran dike. Bajar di binîyê ‘erdê de ye, dibêje : “Marên ji ber zilm û zorên mirovan rivîyane li wî bajarî xwe vedişêrin û li wir stara xwe dikin. Ziryal di pirtûka xwe de nivîsiye; “Mafê tu zindî û ruhberekî tune ku li ser zindî û ruhberekî din zilm û zorê bike , divê mirov ji hemû zindîyan re bi rêz û hurmet be.” Gava Ziryal vefat dike, pirtûk wekî mîras ji kurê wî Camîsarb re dimîne. Camîsarb wê pirtûkê dixwûne û xeyal dike ku rojekê wî bajarî bibîne û bi Şahmarana xweşik re bijî. Camîsarb û dayika wî pîr xizanin, loma divê her roj here daristanê û li wir êzîngan berhev bike. Êzingên komkirî bîne li bajêr bifroşe û bi heqdestên xwe debara mala xwe bike. Rojekê li daristanê dema ku êzingan berhev dike li bîreke ji hingiv dagirtî rast tê. Camîsarb ji bo ku karibe hingiv tevahî derxîne pêwîs...