Bê qelen; Fêrîkê Ûsiv, 1974 (kurtasî!)
Hemîd Heftreng'de yazar → Lîstikvanên şanoyê; Cepo: Bavê zave ye. *Jina cepo jî heye nav nayê gotin. Têmûr : Merivê Cepo ye, ji kesên xwezginîyan yek e. Ûsiv : Merivê Cepo ye, ji kesên xwezginîyan yek e. Etem : zava bi xwe ye, kurê Cepo ye Koço: ( Xarzîyê cepo) Dûko: bavê bûkê ye. Sernaz : Bûk bi xwe ye, keça Dûko ye. Besê: jina Dûko ye, dayika bûkê ye. Dûdo: Gundiyê Dûko ye û nezewicîye. Milet henekên xwe li wî dike Gundê axdaşê : Gundê Cepo ye. Gundê Biradaşê: Gundê Dûko ye. Şanoname li gundê Axdaşê li mala Cepo dest pê dike. Cepo û jina wî li ser zewaca kurê xwe Etem diaxivin. Ji bo ku herin mala Dûko amedehiyên xwe dikin. Cepo gazî hin merivên xwe dike ku werin bi wan ve herin xwazgîniyê... Cepo ji vexwerina araqîyê pir hez dike û heta merivên wî tên ew jî araqîyê vedixwe. Merivên Cepo Têmûr û Ûsiv tên digihêjin mala wî lêbelê Cepo di wan deman de serxoş bûye. Bi halê Cepo yê serxoş berê xwe didin mala Dûko Piştî 15 deqîqan dighêjin gundê Biradaşê li m...