person
0
Parvekirî
0
Şopîner
0
Şopandin
menu_bookE-Pirtûk auto_storiesKitaplar translateKurdî Fêr
tuneMîheng
styleTasarım
brightness_6Xuyangeh
dark_modeModa Tarî
paletteReng
format_sizeMezinahiya Tîpan
15px
font_downloadCureyê Tîpan
translateDil
notifications_activeDengên Bûyerê
© 2025 Heftreng

Efsaneya Şahmaranê

H
schedule5 xul
Efsaneya Şahmaranê
ŞAHMARAN: Zemanekî Zanyarekî Kurd bi navê Ziryal hebûye. Ziryal pirtûkeke bi navê Xwezaya Cîhanê nivisîye. Di vê pirtûka xwe de qala bajarekî maran dike. Bajar di binîyê ‘erdê de ye, dibêje : “Marên ji ber zilm û zorên mirovan rivîyane li wî bajarî xwe vedişêrin û li wir stara xwe dikin. Ziryal di pirtûka xwe de nivîsiye; “Mafê tu zindî û ruhberekî tune ku li ser zindî û ruhberekî din zilm û zorê bike , divê mirov ji hemû zindîyan re bi rêz û hurmet be.” Gava Ziryal vefat dike, pirtûk wekî mîras ji kurê wî Camîsarb re dimîne. Camîsarb wê pirtûkê dixwûne û xeyal dike ku rojekê wî bajarî bibîne û bi Şahmarana xweşik re bijî. Camîsarb û dayika wî pîr xizanin, loma divê her roj here daristanê û li wir êzîngan berhev bike. Êzingên komkirî bîne li bajêr bifroşe û bi heqdestên xwe debara mala xwe bike. Rojekê li daristanê dema ku êzingan berhev dike li bîreke ji hingiv dagirtî rast tê. Camîsarb ji bo ku karibe hingiv tevahî derxîne pêwîstîya wî bi alîkariya kesekî din dimîne û ji hevalêkî xwe alîkarî dixweze… Hevalê wî bi pêra tê û tevahî hingiv derdixin... Dema ku Camîsarb di binîyê bîrê de ye hevalê wî Camîsarb di binîyê bîrê de dihêle û diçe. Ji ber ku bîr kur e, Camîsarb nikare derkeve. Dema derdor tarî dibe, Camîsarb dibîne ku ji quleka dîwarê bîrê re ronahîyek xwe dide hundur. Bi kêra di destê xwe de qulê fereh dike û tê re derbas dibe. Camîsarb xwe di nava baxçayekî pirr xweş de dibîne. Li wir her cure pel û pincar, sebze û fêkî hene. Di wê kêliyê de bi hezaran mar derdora Camîsarb pêyda dibin û wî dibin li cem Şahmaranê... Şahmaran ewqasî xeml û xweşike ku Camîsarb ji ber xweşikiya wê serxoş dikeve û ji bo ku li cem wê bimêne israr dike. Şahmaran dibêje: “Bavê te mirovekî zanîyar û dostên zindiya hemûyan bû. Di nava mirovan de qet zirara wî nedigihîşte me. Ji ber wê tu mêvanê min î, heta dile te dixwezê tu dikarî li vir bimînî.” Piştî demekê Camîsarb doza zewacê ji Şahmaranê dike. Wêzîrên Şahmaranê vê daxwezê di despêkê de napêjîrînin lê li ser israra Camîsarb û Şahmaranê bi şert û merc qebûl dikin. Piştî sê rojan wezîrên Şahmaranê vedigerin û sê pirsan didin li ber Camîsarb. Pirsa yekem hanî ye; Jiyan çî ye, mirin çî ye? Camîsarb hanî bersiv didê; “Jiyan tiştêkî wisa ye ku tu zindî heta îro serwext nebûye lêbelê her zindî gerek bê kêmasî xwedîyê mafê jiyanê be. Lazim e ku di nava zindiyan de azadî, wekhevî û aşitî hebe, her zindî jî ji vê yekê sûd bigire. Li ser mirinê jî dibêjim gerek her zindî bizanibe ku wê rojekê bimire. Mirin jî sireke wisa ye ku heta îro tu zindî serwext nebûye. Dibêjim mirin û jiyan destbirakê hev in. Pirsa duyem jî hanî ye; tiştê ku cîhanê bi hêza xwe digerîne çi ye? Camîsarb bersiva vê pirsê jî hanî dide; “Baweriya min ew e ku tiştê cîhanê li ser hêza xwe digerîne evîna di nav dilê jiyanê bi xwe ye. Jiyan bê evîn, evîn jî bê jiyan nabe.” Pirsa seyemîn jî hanî ye; Ger ew kurê Adem bi Şahmarana me re bizewicê divê heta dawîya ‘imrê xwe li vir bimîne, gelo Camîsarb karibe li ber hesreta welatan bisekine û dernekevê li ser rûyê ‘erdê.” Bersiva camîsarb a vê pirsê jî hanî ye; “Erê, ezê heta dawîya ‘imrê xwe kê li vir bimînim.” Li ser vê sozdayînê desteyên wezîran zewaca wan dipejirînin. Piştî ku çend sal derbas dibin rojekê Camîsarb li ber Şahmaranê diğere û dibêje; “Min bêrîya dayika xwe û gundê xwe kiriye” û li ser vê daxwezê Şahmaran dibêje; “Hûn mirov qet li ser soza xwe ranawestin, bawerî li we nabe. Ger tu bikevî zor û zehmetîyê wê tu cihê min ji mirovên din re bibêjî û ew jî ê werin şaristana me wê tar û mar bikin.” Camîsarb di daxweza xwe de israr dike... Li ser vê yekê Şahmaran destûrê didê û Camîsarb diçê li ser rûyê ‘erdê, jiyana xwe ya berê vedigere. Li wî welatî demekê şahê welêt nexweş dikeve. Ji bo şahê welêt hekîm kom dibin û dermanekî ji şah ra digerin lêbelê bilî goştê şahmaranê tiştekî din nabînin. Dibêjin ger şahê welêt xwîna şahmaranê vexwe wê bi wê xwînê rihet bibe lêbelê cihê şahmaranê kî dizane? Zanîyar dibêjin; “bila her kes li ser şok û hemamê serên xwe bişon, laşe kê pûl bi pûl be wî welatê maran û şahmaran dîtîye û ew tenê dikare nîşanî me bide.” Li wî welatî her kes tê pêş çavên wan xwe dişo. Herî dawî Camîsarb jî bêgav û neçar dimîne ku biçe hemamê. Ji ber ku Camîsarb bi maran û Şahmaranê re mayiye laşe wî pûl bi pûl e. Leşkerên şah îşkenceyê li Camîsarb dikin û ji wî cihê Şahmaranê hîn dibin. Leşker tên li ser bîra hingiv, Şahmaranê digirin û dibin huzura şahê welêt. Beriya ku serê Şahmaranê jê bikin Şahmaran vedigere li ser Camîsarb û dibêje; “Divê min qet bawerîya xwe bi we kurê Adem nehaniya lê tiştek qewimîye û çûye, êdî venagere. Ez dizanim hûn kê sere min jêkin, qene daxweza min a dawî bînin cih. Ji Xwîna min tasa pêşî bidin şah, ya duyem bila wezîr vexwe, ya sêyem jî camîsarb.” Padîşah tasa yekem vedixwe û di cih de dimire. Ya duyem jî wezîr vedixwe û pê dibe zanayekî mezin. Ya sêyem jî Camîsarb vedixwe û bi vexwerinê re pûl li ser canê wî qet pûl namînin û dîsa weka mirovan dibe... Wezîr li cihê şah dibe şahê nû yê welêt, Camîsarb jî li cem xwe dike wezîr. Şah destûr didê wezîr ji bo laşê Şahmaranê daxîne welatê maran û devê wê bîra hingiv bigire da ku mirov zirarê nadin wan û ew jî dernekevin li ser rûyê ‘erdê. Piştî sê rojan ji mirina Şahmaranê ji laşe wê keça wê ya çardeh salî tê dinyayê. Mar dîsa dighîjin şahmaranê û jiyana xwe ji mirovan dûr di nav aşitî û aramî de didomînin.... Deşîfrekirin: Hemîd

Şîrove

0
chat_bubble_outline'+t('prof.noComments')+'
person
Bar dibe...
dynamic_feed Herikîn
person
bookmarkTomarkirî
photo_cameraGörsel Paylaş
Arka Plan
Mîheng / Ayarlar
paletteGörünüm
dark_mode
Karanlık Mod
Rêya Tarî / Rêya Ronahî
palette
Renk Teması
format_size
Yazı Boyutu
15px
15px
font_download
Yazı Tipi
style
Tasarım Teması
translateDil / Ziman
language
Türkçe
Turkish
check_circle
language
Kurmancî
Kurdish
notificationsBildirimler / Agahdarî
volume_up
Ses Efektleri
Dengên Bûyerê
© 2025 Heftreng
person
edit
Bikarhêner
0
Parvekirî
0
Şopîner
0
Şopandin
SON PAYLAŞIMLAR
Şopîner
favoriteHez kirine
format_quoteAlıntı Ekle
Alıntı Metni *
Kitap Adı
auto_stories
Yazar
person
rate_reviewYazı Gönder
admin_panel_settingsPanela Rêvebir
Agahdarî
campaignAgahdarî Bişîne
notifications_offHîn agahdarî tune.
H
Tarayıcıda Aç
Giriş için tarayıcıyı kullan
Heftreng
Sepanê Daxîne
Li ekrana sereke zêde bike
H
Heftreng’i Yükle
Ana ekrana ekle — ücretsiz, hızlı
1
Alttaki Paylaş butonuna dokun
2
“Ana Ekrana Ekle” seçeneğini seç
3
Sağ üstten “Ekle”ye dokun
arrow_downwardPaylaş butonu burada
check_circle
Mesajlar
chat_bubble_outlineHenüz mesaj yok
yazıyor
edit
Mesaj düzenleniyor...
Yeni Mesaj
DEBUG KONSOL
Yukleniyor...