Şaptirîk û Werdek
Hemîd Heftreng'de yazar → Wextekê jin û mêrek hebûne; navê mêr Şaptirîk, navê jinikê jî Werdek bûye. Şaptirîk yekî newêrek û tirsok bûye. Ew herî pir ji rovîyan ditirsiye. Wî ji ber tirsa roviyan ji sibê heta êvaran di hundurê tendurê de xwe vedişartiye. Jina wî Werdekê ji wî re nan dihanî li ber tendûrê û didaye wî ku di hundurê tendûrê de bixwe. Eger derî li paş wê hinekî vekirî bima wî dikir qêrîn; Derî bigirin!!! Rûvî wê werin min bixwun. Rojekê bi şîreta Eloyê gavan Werdek kadeyan çêdike û hildide diçe li ser malê ji qulikeke malê re çend kadeyan davêje hundur. Werdek çend heb kade jî li ber derî direşîne û tê li nêzike tendûra Şaptirîk hinekan jî dixwe. Şaptirîk dibîne ku Werdek tiştekî dixweye û ji wê dipirse; + Ew çi bûn ji qulika malê re diketin, te ew kade ji ku hanîn? - Li derva kade dibarin. + Ka hinek kadeyan bide min jî, çima qet nayên li cem min nakevin! - Tu ji vê qulikê dernakevî ku. Here li derva binêre; her der tijî kade bûne, ji xwe re bî...