Derûniya Hebûnê: Ziman û Kurd
ferat evren Heftreng'de yazar → Derûniya Hebûnê: Ziman û Kurd Jiyan bi zimanê dayikê li ser xaka kevnar bilind dibe; dibe wateya jiyanê û nasnameya gelekî. Her milet bi zimanekî dest bi jiyanê dike û dijî. Ziman dibe bingeha têkiliya hemû jiyana ku mirov tê de dijî. Hinek ziman di nava dîrokê de dibin zimanên dewletê. Ev devlet zimanê xwe hem bi gotin hem jî bi nivîsandinê diparêzin. Bi nivîsandinê dîrok, wêje, ol û zagon hwd. berdewam dikin. Bi nivîsandinê re xwendin dest pê dike û ziman roj bi roj pêş dikeve, di pêşerojê de hebûna xwe diparêze. Hinek milet dibin desthilatdar û mêtingehan ji bo xwe ava dikin. Li wan mêtingehan, ne tenê di aliyê aborî de, di aliyê ziman de jî zextê dikin. Zimanê dewleta emperyalîst li wan deran dibe zimanê dibistanê. Ew zimanê bindest roj bi roj di bin bişavtineke giran de dimîne, heta ku ew ziman wenda bibe Û neyê axaftin. Di nava dîroka cîhanê de heta niha bi hezaran ziman wenda bûne û bi hezaran zimanên din jî li ber mirinê...