Derûniya Hebûnê: Ziman û Kurd
Derûniya Hebûnê: Ziman û Kurd
Jiyan bi zimanê dayikê li ser xaka kevnar bilind dibe; dibe wateya jiyanê û nasnameya gelekî.
Her milet bi zimanekî dest bi jiyanê dike û dijî. Ziman dibe bingeha têkiliya hemû jiyana ku mirov tê de dijî.
Hinek ziman di nava dîrokê de dibin zimanên dewletê. Ev devlet zimanê xwe hem bi gotin hem jî bi nivîsandinê diparêzin. Bi nivîsandinê dîrok, wêje, ol û zagon hwd. berdewam dikin. Bi nivîsandinê re xwendin dest pê dike û ziman roj bi roj pêş dikeve, di pêşerojê de hebûna xwe diparêze.
Hinek milet dibin desthilatdar û mêtingehan ji bo xwe ava dikin. Li wan mêtingehan, ne tenê di aliyê aborî de, di aliyê ziman de jî zextê dikin. Zimanê dewleta emperyalîst li wan deran dibe zimanê dibistanê. Ew zimanê bindest roj bi roj di bin bişavtineke giran de dimîne, heta ku ew ziman wenda bibe Û neyê axaftin.
Di nava dîroka cîhanê de heta niha bi hezaran ziman wenda bûne û bi hezaran zimanên din jî li ber mirinê ne.
Ew mijar ji bo me Kurdan tiştekî gelekî girîng e, lê mixabin bala miletê me kêm li ser e.
Belê, heta niha zimanê me hîn tê axaftin, ev tiştekî pir baş e. Lê roj bi roj di hemû aliyên civakê de kêm dibe. Herî zêde li bajarên mezin axaftina bi zimanê dayikê pir kêm bûye û hêdî hêdî ev rewş xwe bera navçeyan jî dide.
Piranî ev bişavtin di nava malbatên Kurdan de, di nava malê de çêdibe. Bi zarokên xwe re bi zimanê Tirkî diaxivin. Zarok jî wî zimanî wekî zimanê dayika xwe nas dike; ji eslê xwe, nasnameya xwe û derûniya xwe dûr dikeve.
Ji bo ku zimanek jiyana xwe berdewam bike, axaftin hewce ye. Lê her qutbûnek di bingeha koka ziman de dibe sedem ku ziman roj bi roj bimeşe ber bi mirinê ve.
Di nava vê mijarê de divê dê û bav zarokên xwe ji zimanê xwe yê esil dûr nexin. Bila zarok zimanê Kurdî bi fedî nînin ziman. Li bajarên Kurdan her kes Kurd e, lê mirov dibêje qey fedî dikin ku bi zimanê xwe bi hev re biaxivin.
Belê, polîtîkayên bişaftinê liser ziman barekî pir giran bû û bi tirsê bi zordarî pergal dimeşandin lê ew dewr derbas bû guherî , zordarî tuneye wek berê ,lê disa jî bi zimanê xwe naaxivê êdî bi dildarî dibişive ...
Ku di vê mijarê de kêmasî ya polîtakaya siyasetmedar û partîyê kurdan jî Heye bila kes jibo vê mijarê xwe derî rexneyan nehêlin,ji mirovekî heta partîyê .di her alî ,her mirov ger rexneyan pêşî li xwe bikin ,bikin kû bibînin çima ev ziman çima dibişive û roj roj axaftin kem dibe.
Erê dibistanê me tunê jibo ziman bijî, ger ziman bibe fermî û pêwîst were hînbûnî raste jibo ziman ev tiştan hewceye,lê ev ne hewceye kurd bi zarokên xwe re Tirkî biaxivin . Êdî jibo ziman hîn bûn teknolojî heye;Di storeyên iOS ,Android kiryarên zimanê xwe jibo zaroken xwe deynin bi teknolojîyê ve raste rast bimeşe ku hînê zimanê xwe bibin.
Kurdî
Di Civakên de
Wêjeyan de
Peyaman de
Bazirganîyê de
Hemû havirdor ê jîyanê de were axaftin wê gavê ticar ziman namire û ew qedera zimanê din dîtin wê nebîne.Ziman bi wî awayî dijî ku wext were jibo zimanê dibistanande were hîn kirin û bibe zimanê perwerde yê
Heger em zimanê xwe jibîr bikin ti tiştek jibo parastina kurdbûna me namîne.
Wenda kirina zimane kî , di cîhanê de kuştin a rengekî ye
Yorumlar
Yorum Gönder