Lîstikvanên şanoyê;
Cepo: Bavê zave ye.
*Jina cepo jî heye nav nayê gotin.
Têmûr : Merivê Cepo ye, ji kesên xwezginîyan yek e.
Ûsiv : Merivê Cepo ye, ji kesên xwezginîyan yek e.
Etem : zava bi xwe ye, kurê Cepo ye
Koço: ( Xarzîyê cepo)
Dûko: bavê bûkê ye.
Sernaz : Bûk bi xwe ye, keça Dûko ye.
Besê: jina Dûko ye, dayika bûkê ye.
Dûdo: Gundiyê Dûko ye û nezewicîye. Milet henekên xwe li wî dike
Gundê axdaşê : Gundê Cepo ye.
Gundê Biradaşê: Gundê Dûko ye.
Şanoname li gundê Axdaşê li mala Cepo dest pê dike. Cepo û jina wî li ser zewaca kurê xwe Etem diaxivin. Ji bo ku herin mala Dûko amedehiyên xwe dikin. Cepo gazî hin merivên xwe dike ku werin bi wan ve herin xwazgîniyê...
Cepo ji vexwerina araqîyê pir hez dike û heta merivên wî tên ew jî araqîyê vedixwe. Merivên Cepo Têmûr û Ûsiv tên digihêjin mala wî lêbelê Cepo di wan deman de serxoş bûye. Bi halê Cepo yê serxoş berê xwe didin mala Dûko
Piştî 15 deqîqan dighêjin gundê Biradaşê li mala Dûko. Xwezgîn rûdinin û piştî merhebayê dest bi sohbetê dikin...
Piştî çend deqîqan Dûdo tê hundur. Dûdo ciwanekî gunde û bê zewac mayîye. Dûdo hinekî dişibe dînan, gundî henekên xwe li wî dikin. Bi hatina Dûdo axaftina nêvanan dûr û dirêj dibe...
Têmûr û Ûsiv hêdî hêdî dikevin meseleya xwezginiyê. Têmûr û Ûsiv ji Dûko keça wî dixwezin. Dûko bi xeyala pereyên qelen gotinên xwe zêde dirêj nake û li ser xartirê nêvanan keça xwe bi dilekî xweş dide. Gazî keç û jina xwe dike ku ji nêvanan ra nan bînin...
Dûko hurmetên xwe nîşan dike ku qelenê qîzê giran bike. Cepoyê serxoş jî dikeve li nav axafina qelen, nizane çi dibêje. Têmûr û Ûsiv jî dixwezin meseleya qelen bi carekê va xilas bikin.
Dûko dest bi metihkirina keça xwe û qala xwezgîniyên berê yên hatine li ser keça wî dike...
Cepo dibêje; ka bibêje qelenê keçika te çiqas e?
Dûko qelenê keça xwe 5 hezar manat dixweze. Cepo jî bi serê serxoş ji nişka va qebûl dike. Têmûr û Ûsiv mudahleya Cepo dikin lêbelê Cepo ji wan re dibêje;
Ma kur kurê min e, ji we re çi ye. Min qebûl kirîye!
Di qelen de Cepo nahêle ku Dûko hinekî ji qelen dakeve. Têmûr mudahle dike lêbelê ji ber gotinên Cepo ancax 500 manat dikarin daxînin...
Dûko 4500 manat qelen dibire û jê tiştekî din jî danaxe...
Qîz û jina Dûko ji nêvanan ra nan tînin. Milet bi hevdu ra nan dixwin û diaxivin...
Ew êvara bi axaftin û şahî, bi stran û henekan xilas dibe...
Roja din Cepo ji xew dibe û cilên xwe li xwe dike. Cepo ji jina xwe re behse cangiranî û bêhaliya xwe dike. Di wê demê de jina Cepo bi hêrs behse kertiya wî ya duh şev dike û ji wî ra hêrs dibe...
Jinik dibêje; Te 4500 manat qelen birî dibe ku ji ber wê tu aciz î!
Tiştek di bîra Cepo de tune ye û meseleya qelen nayê bîra wî. Cepo xwe bi xwe ra diaxive û li ser qelenê 4500 hezar manatî gelek matmayî dimîne. Cepo xwe amede dike û dixweze here mala Dûko. Cepo gustîlka nîşanê jî ji kurê xwe distîne û bi rê dikeve...
Cepo diçe li gundê Biradaşê mala Dûko...
Dûko li malê rûniştîye û li ser 4500 hezar manatî planên mezin dike. Dûko ji ber qelenê qîzê gelek kêfxweş e, bi kêfxweşîya xwe li bilûrê dixe. Di wê demê de Cepo tê li mala wî û bi hevdu re rûdinin...
Cepo ji Dûko ra dibêje; ez ji bo gilîkî hatim vir. Dûko jî bi baldarî guh dide li ser wî.
Cepo dibêje; Kurê min zewacê naxwezeye. Dûko li ser vê gotinê gelek aciz dibe, xeyalên wî yên li ser 4500 manatî diçilmisin.
Dûko û Cepo li ser vê meseleyê hevdu pir aciz dikin...
Dûko naxweze keça wî nîşanê vegerîne lêbelê dîyar e Cepo hatiye bazarekê bike. Cepo ji wî re dibêje;
Bila 2 hezar be ev çi 4500 hezar manat e?
Lêbelê Dûko nikare vî tiştî qebûl bike...
Piştî demekê Cepo ji hedê xwe derdikeve û dibêje;
Eger tu qîza xwe bê qelen didî ez dibim.
Dûko ji van gotinên Cepo gelek aciz dibe. Dûko bi hêrsa vê gotinê ji jina xwe re dibêje; Here kel û pelên van bîne û bide van, bila ji vir herin. Ez keça xwe nadim! Jinik bi neçarî diçe li cem keçikê, jê gustîlkê dixweze Lêbelê keçik gustîlkê nade. Jinik tê ji Dûko ra dibêje keçik gustîlkê nadeye.
Dûko diçe li cem keçikê û ji wê re hêrs dibe, heqaretan dike lêbelê keçik dîsa jî gustîlkê nade. Dûko ji ber aciziya xwe bi qerez dibêje; Ezê keça xwe bidim Dûdoyê dîn dîsa jî nadim kurê te. Di wê demê de Dûko derdikeve derva û dixweze gazî Dûdo bike...
Cepo çawa dibîne Dûko derket derva ew jî bûkê radike û ji malê direvîne...
Deşîfrekirin: Hemîd
