Wextekê jin û mêrek hebûne; navê mêr Şaptirîk, navê jinikê jî Werdek bûye. Şaptirîk yekî newêrek û tirsok bûye. Ew herî pir ji rovîyan ditirsiye. Wî ji ber tirsa roviyan ji sibê heta êvaran di hundurê tendurê de xwe vedişartiye. Jina wî Werdekê ji wî re nan dihanî li ber tendûrê û didaye wî ku di hundurê tendûrê de bixwe. Eger derî li paş wê hinekî vekirî bima wî dikir qêrîn;
Derî bigirin!!! Rûvî wê werin min bixwun.
Rojekê bi şîreta Eloyê gavan Werdek kadeyan çêdike û hildide diçe li ser malê ji qulikeke malê re çend kadeyan davêje hundur. Werdek çend heb kade jî li ber derî direşîne û tê li nêzike tendûra Şaptirîk hinekan jî dixwe.
Şaptirîk dibîne ku Werdek tiştekî dixweye û ji wê dipirse;
+ Ew çi bûn ji qulika malê re diketin, te ew kade ji ku hanîn?
- Li derva kade dibarin.
+ Ka hinek kadeyan bide min jî, çima qet nayên li cem min nakevin!
- Tu ji vê qulikê dernakevî ku. Here li derva binêre; her der tijî kade bûne, ji xwe re bîne û bixwe.
+ Na wê rovî werin min bixwun!
- Na na rûvî tune ne. Ezê li ber derî bisekinim, tu here.
Şaptirîk ji tendûrê derdikeve, bi tirs kadeyên di nav malê de berhev dike û dixweze dîsa here hundurê tendûrê lêbelê Werdek nahêle û ji wî re emir dike ku here yên li ber derî jî berhev bike... Dema ku Şaptirîk diçe li ber derî, Werdek wî li derva dihêle û derî kîlît dike...
Şaptirîk bi tirseke hovane li ber derî dike hawar;
+Lawwww!!! Roviyan ez xarim, dêrî vekin...
Şaptirîk çi dike nake Werdek ji wî re derî venake. Şaptirîk li ber derî dimêne û piştî demekê ji Werdekê re dibêje;
+ Madem tu derî venakî qene hinek ard, hêkekê û hinek jî boçika hespekî bide min, ez kê ji vir herim.
Werdek tiştên ku ew dixweze ji kulika derî re dide wî. Ew jî derdikeve rê û ji gund dûr dikeve. Di rê de dêwek rastî wî tê û ji wî re dibêje;
Dêw :Tu kî yî?
Şaptirîk :Ez pêhlewan Şaptirîk im.
Dêw : Temam wê demê em quweta hevdu biceribînin?
Şaptirîk : Were em biceribînin.
Dêw: Em çi bikin?
Şaptirîk: Ji me her yek bila kevirekî di destê xwe de bigvuşe û bike ard.
Dêw kevirekî dike destê xwe û di destê xwe de kêvir hûrik hûrikî dike. Piştî dêw Şaptirîk jî ard û hêka ku ji Werdekê standî dike nav destê xwe û digvuşe. Ard ji destê wî dirje, hêk dişke...
Şaptirîk: Min ev kevira tenê nekir ard jê av jî derxist, te dît?
Dêw : min dît. Ê de were em bin çengên xwe birûçikînin ka pirça kê dirêj e.
Şaptirîk: birûçikîne!
Dêw biniyê çengê xwe diriçûkîne û dirêjiya pirça wî qasî bihustekê ye lêbelê Şaptirîk boçika hespê ya ji Werdekê standî derdixe û nîşan dide. Boçika hespê ji pirça dêw dirêjtir derdikeve...
Dêw ji Şaptirîk pir ditirse û dicirife... Ji nişka ve xwe şaş dike û dibêje;
__Em şeş bira ne. Were tu jî bibe ê heftan û mezinê me jî tu be.
Şaptirîk û dêw soza biratiyê didin hevdu û ber bi mala dêw ve diçin. Dêw di pêş Şaptirîk de diçe hundur malê û ji birayên xwe re dibêje;
__Min bi xwe re yek haniye. Ew jî kê bibe birayê me yê mezin. Eger hûn kêm zêde xeber bidin, wê me bike lepe û berde... Heta min kevir hûr kir wî av ji kêvir derxist. Me bin çengên xwe rûçikandin, pirça wî ji ya min dirêjtir derket.
Şaptirîk dibe birayê dêwan. Dêw her roj diçin nêçîrê lêbelê Şaptirîk li mal dimîne. Her roj dêw ji malê re avê di meşka ga de tînin û rojekê ji şaptirîk re dibêjin;
__Şaptirîk can îro em pir westiyane; ka îro jî tu meşkê rake, here ji malê re avê bîne.
Şaptirîk ancax wê meşkê vala dikare rake. Şaptirîk bi qulpekî meşkê digire û heta kaniyê ji erdê re dixuşîne. Li ber kaniyê hindikek av dike meşkê û dîsa vedigere malê. Dêw tê meşkê radike û dide ber devê xwe lêbelê dibîne ku av di tê de tune ye...
Dêw: Çima te av pir nehnî, çilkek av di tê de ye!
Şaptirîk: Ez çi bikim di rê de pir tî bûm, min jî hemû av vexwer.
Dêw ji av vexwerina wî ditirsin û şaş dimînin Şaptirîk çawa ewqas av vexweriye...
Rojeke din dêw dîsa ji Şaptirîk re dibêjin;
__ Şaptirîk can li malê ardû nemaye, îro jî tu here ji daristanê ardû bîne.
Şaptirîk jî li malê çiqas zîncîr û xêt hene hemûyan radike û diçe daristanê. Li daristanê şaptirîk bi zîncîran hemû daran di hevdu de girêdide û xwe dide zincîrê û kaş dike...
Di wê demê de dêwek wî dibîne û ji birayên xwe re dike hawar û gazî. Dêw hemû tên li cem Şaptirîk û ji wî dipirsin ka çi dike?
Şaptirîk dibêje: Ez kê daristanê hemû bînim malê. Ev çi ye hûn her roj piştîkî tînin. Ez hemû daran bînim malê bila ardûyê me bi carekê ve werê malê.
Dêw lawayan ji Şaptirîk re dikin, xwe davêjin dest û pîyên Şaptirîk û wî dibin malê.
Rojekê dîsa dêw li hevdu kom dibin û hevdu dişewirin; ka ew Şaptirîk bikujin an na? Ji ber ku Dêw bi fikra ku rojekê Şaptirîk hêrs bibe û hemû dêwan bikuje tevdigerin.
Şaptirîk ji şewra wan xeberdar dibe û planekê saz dike. Ew dema ku diçe razanê di binîyê nivînên xwe de kortekê vedide û xwe dike wir. Ji bo ku dêw ferq nekin ku Şaptirîk ne di nav nivînan de ye Şaptirîk li şûna xwe êzingekî datîne li nav nivînan. Li ser êzing jî weke ku ew bixwe ye digre... Dema ku dêw tên bi şûr li nivînên Şaptirîk dixin ew jî car bi car dibêje;
+Mîratên mêşan nahêlin mirov hinekî raze.
Piştî lêdana dêwan yek ji yê din re dibêje;
__Me Şaptirîk kuşt, werin em wî bibin bavêjin derva.
Şaptirîk vê gotinê dibihîse û hema cihê xwe û êzing diguhere. Dema ku kê dêw dest bavêjin nivênên wî Şaptirîk ji nişka va serê xwe radike û dibêje;
+ Mîratê kêçan nahêlin mirov hinekî palde.
Dêwên tirsok şaş dimînin û ji şaptirîk ditirsin. Ji hevdu re dibêjin;
__Madem em nikarin wî bikujin , em wî bişînin nav daristanê û hurç berdin li ser wî.
Dêw sibehekê radibin û ji Şaptirîk re dibêjin;
__Şaptirîk can! Rabe em herin li nav daristanê û nêçîrvaniyê bikin.
Dêw û Şaptirîk bi hevdu re diçin li nav daristanê û dêw hinekî ji Şaptirîk dûr dikevin. Piştî demekê Şaptirîk dêwan nabîne û bi tirs li dora xwe dinêre. Ji nişka ve hurçek li wî derdikeve û dide pê wî... Şaptirîk li wir derdikeve li ser darekê lêbelê li ser darê jî ji ber tirsa ku hurç dikare darê bişkeyne xwe ji ser darê davêje jêr. Bi bextê reş li ser pişta hurç dikeve, herdu guhên hurç digire û dike qîre qîr. +Werinnnnn!!!!!
Dêw dibînin ku Şaptirîk xwe li pişta hurç kiriye û hurç dajoye. Dêw hemû şaş dimînin û diçin hurç dikujin. Şaptirîk xwe qure dike û pêhlewantiya xwe nîşan dide.Dêw dîsa li hevdu dicivin û dibêjin:
__qene em ji wî re bibêjin; Em dixwezin ji te veqetin...
Roja din dêw tên li cem Şaptirîk û ji wî re dibêjin: kekê Şaptirîk em dixwezin ji te veqetin.
Şaptirîk: Na! ez nikarim veqetim eger hûn dixwezin veqetin ji mala min derkevin, ev der ya min e...
Dêw dibêjin: kekê Şaptirîk çi dixwezî hilde, bila para pir ya te be.
Şaptirîk di malê de çiqas tiştên xweş hene weke zêr, zîv tiştên bi nirx hemûyan li pişta dêwekî dike û ber bi mala xwe va rê dikeve...
Jina Şaptirîk ji wî dewî re di stîlekê de lepe çêdike û tîne li ber wî datîne. Dema ku dêw sîtilê dide ber devê xwe û pif dike Şaptirîk jî bi pifa wî ya li ber lepeyê germ bûyî dişewite û bi dengekî bilind dike qîrîn.
Dêw ji Werdekê dipirse: Xwîşkê çima birayê min wisa diqîre, çi bû?
Werdek dibêje: Hêrsa wî hatiye, li şûrê xwe yê kevin digere. Şaptirîk kê te bikuje...
Dêw sîtilê ji destê xwe davêje û direve. Li derva axayê gund wî dêwî dibîne û jê dipirse;
Axa: Dêw Dêw çima direvî, çi bû?
Dêw: Şaptirîk dixwest min bikuje loma ez direvim.
Axa: Şaptirîk çi ye ku tu ji wî ditirsî? Min demekê wisa dikir ku ew ji ber rovî ji tendûrê nikaribû derketa. Navê wî Şaptirîkê ji rovî revî ye. Dixwezî niha jî rovî berdim mala wî bila ji ber rovî bireve.
Dêw: Na na ez wî nas dikim, ew ji tiştekî natirse.
Axa: Were em herin eger tu ji min bawer nakî şirîtekê di nava min de girêde û seriyê şirîdê jî bila di destê te de be.
Axa û Dêw diçin nêzikî mala Şaptirîk. Axa di nava xwe de şirîtek girêdaye û serê wî jî dayiye destê dêw. Axa dema ku rovî dibe hundur, Şaptirîk ji tirsa dike qîre qîr...
Dêw ji tirsa Şaptirîk dibêje qey Şaptirîk axa dikujeye. Dêw bi serê şirîta ku di destê wî de ji wir direve. Axa bi wê Şirîtê li pê dêw ge vî kevirî ge wî kervirî dikeve û dimire...
Dêw li paş xwe vedigere û dibîne axa mirîye. Li ser axa disekine û dibêje;
Dêw: de te digot ezê wî ji malê derxim. Ez dizanim Şaptirîk ji tiştekî natirse. Te dît Şaptirîk tu kirî çi halî...
Berhevkarê çîrokê Wezîrê Nadirî ;
Ew mesele ku bavê min digotin zef li xueşa min dihatin, min jê hisdikir. Paşê sive ron dibû min ew gilyê bavê xue diwekilandin ku hevaled xue ra digotin ew li xueşa wan jî dihatin. Herro dihatine cem min bi min didane gotinê. Carna jî wana gilîyê ussa pêkenî digotin me ussa jî rojê xue pê derbaz dikirin
Wexta ku bavê min ji xebata xue çetin dihat min pêsîra wî digirt. Ew pêsîr girtin min ra bû bû ‘edet. Bavê min jî ez dikirime hebêza xue û derheq gilî gotinê ku li oda Qasim begê dihatine gotinê digot. Carna jî derhew li hev ketine dine. Şerê li Urisetê ji me ra digot. Dine tevhev bû bû, talan bû, kuştin bû me herro gilîyê teze dibihîstin.

