Yek hebû yek tune bû, rojekê li gundekî mêrikekî pir feqîr hebûye. Mêrikê feqîr her tim di nav erd û çîyayan de dixebitîye. Debara xwe bi heqdestîyên xwe dikirîye. Mêrikê feqîr qet ji heramîyê hez nakirîye, her roj ji xelkê re kort dikolandîye. Rojekê dîsa bi tena serê xwe li nav erdekî, nêzike kaniyekê li yoman bûye. Mêrikê feqîr xebata çend seetan westiyaye û ji bo ku bêhna xwe bidê li cihekî rûniştîye. Li nêzika wira qulikeke marekî jî hebûye. Mar ew mêrika nas dikiriye, çendîn car nêzike wî çûye û hatiye. Mêrik dinihêre ku ji nişka va marek tê li cem wî. Mêrik qet ji mar natirse û ji cihê xwe nalive. Mar tê li cem wî mêrikî, hinekî diaxivin û Mar ji wî ra dibêje min bilî te li vir tu kes nedît. Ez kengî derkevim derva, tu li vir dixebitî. Ez dixwezim ji te ra tiştekî bibêjim lê tu jî soz bide min ku cihê min ji tu kesî ra nebêjî. Mêrikê feqîr qebûl dike. Wan bi hev re diçin ber qulika mar. Mar ji wî ra dibêje tu li vir bisekin, ez têm. Piştî çend deqa mar ji qulika xwa derdikeve û di devê xwe de zêrekî tîne. Mar ji mêrik ra dibêje tu her roj were li ber derîyê qulika min, gazî min bike. Ez ê rojê zêrekî bidim te. Mêrik li ser soza xwe disekine û cihê mar qet ji tu kesî re nabêje. Roj bi roj mêrikê feqîr zêngîn dibe. Milet hemû meraq dikin ka ev mêrika çawa wisa zêngîn bû. Piştî çend mehan mêrik biryara çûyîna hec dide, ji kurê xwe re dibêje; kurê min ez kê ji te re cihê marekî bibêjim, her roj biçe li cem wî marî, ew ê rojê zêrekî bidê te. Mêrik diçe hec û kurê wî jî gazî hevalên xwe dike. Kurê mêrik ji hevalên xwe re dibêje; werin em herin mar bikujin, hemû zêran ji erdê derxin. Çend heval top dibin û diçin cihê mar. Mar ji qulika xwe çawa derdikeve, kurê mêrik keviran davêje li mar û boçika mar jê qut dike. Mar jî diçe wî dadide û dikuje. Hevalên kurik hemû direvin malê, tu kes pê xwe nanêre. Hevalên wî, wî li wir dihêlin. Wê rojê mêrikê feqî jî ji hec vedigere malê. Li ser rêya xwe dibêje ka ez biçim binêrim marê min çi dike. Li nêzike cihê mar dibe, dibîne ku mar kurê wî kuştîye û boçika wî jî qut bûye. Mêrik dibêje; maro! Çi bû çima kurê min mir, çima boçika te qut bûye. Mar dibêje; nêzike min nebe, min ji te re got cihê min ji tu kesî ra nebêje. A te dît çi bû, kurê te hat vira boçika min qut kir, min jî kurê te kuşt. Biçe! Niha jî tu li ser kurê xwe yê mirî bigirî, ez jî li ser boçika xwa ya qut da bigirîm.
Pêşîyan rast gotine; çê kiro li xwe kiro, xerab kiro li xwe kiro