FÎNCANA FERFÛRÎ
• Pirtûk bi fikirîna dûr û dirêj a lehengê pirtûkê “Têmûr” li vagonrestoranê dest pê dike. Têmûr bi dîtina keçekê serxweş û nexweş ketibû. Navê wê keçê Mêyr bû. Têmûr cara yekem meyr di şahîya pîrozkirina newrozê de dîtîbû. Piştî wê dîtinê dîsa li şahiyeke kurdan ên kafkasyayê de dibîne. Têmûr di şahiyê de dest bi lêkolîna nasnameya malbata Meyrê dike, dixweze bizanibe ka ew kî ne çi ne. Pirsa wan ji hevalên xwe dike û fêr dibe ka Mêyr keça kê ye. Têmûr û hevalên wî mala wan tesbît dikin. Ew û hevalê wî selîm bi bahaneya hilbijartina parlamentoyê diçin mala wan û di derheqê keçikê de hinek tiştan fêr dibin. Têmûr hejmara telafona mala bavê Meyrê dibîne, bi telefona li ber marketa mala wan telefone mala wan dike. Armanca Têmûr ew bû ku dengê Meyrê bibihîse û ji wê re daxweza hevdîtinê bike. Têmûr çendîn car telefon dike lêbelê nikare biaxive. Careke din cesaretê xwe kom dike û ji Meyrê re derdê xwe dibêje. Meyr û Têmûr hevdu dibînin, çendîn car tên li ba hevdu. Hevdîtinên Meyr û Têmûr berdewam dikin lê rojekê Meyr tê li cem Têmûr û ji wî re dibêje; Ez bi yekî din re nîşan im.
Û Meyr ji wir dare. Têmûr dilê xwe nikaribû û dîsa pê Meyrê ket. Roja din Têmûr çû li ber telefona nêzikî mala wan û telefona mala Meyrê kir. Meyrê jî li dilê xwe nikaribû û wê nadixwest Têmûr ji jiyana xwe derxe. Meyr bi Têmûr ra derket derva wê rojê. Dema ku Meyr zivirî mala xwe, dê ji bo derengmayîna wê jê re hêrs bû û jê re xeyidî. Meyr çû odeya bavê xwe, wê dît ku bavê wê û sozdarê wê Kemal li gel hevdu kişkê dilîzin. Ji wan re hurmetên xwe nîşan dide û ji wir derdikeve. Piştî demekê Kemal ji mala wan diçe. Bavê Meyrê jî ji ber derengmayina wê ji wê re hêrs dibe û dixeyide...
Wê rojê Meyr dibe evîndarê Têmûr lê derdekî wê mezintir jî heye. Bavê Meyrê dixwest keça xwe bide yekî ji eşîra wan ji bo wê jî soza keça xwe dabû Kemal. Meyr bi fikirîna vê rewşê nexweş dikeve û mecala tiştekî bike di wê de namîne. Bavê Meyrê haya wî ji hevdîtinên Têmûr û Meyrê tune bû. Lê piştî demekê ew jî vê rewşê fêr dibe. Bavê Meyrê ji bo keça wî Têmûr nebine jin û keça xwe ji bo demkê dişîne li mala xwezûrê xwe. Wê demê Meyr û Têmûr bê xweber gelek bêrya hevdu dikin. Piştî çûn û hatina wan Meyrê û Têmûr dîsa hevdu dibînin. Êdî hayadarê vê rewşê ne tenê malbata Meyrê bûn, sozdarê Meyrê Kemal jî dizanibû ku çi diqewimeye. Astengiyeke din ji evîna Meyr û Têmûr derketibû holê. Vê carê sozdarê Meyrê Kemal dihat pêşberî Têmûr û ew têhdît dikir. Ji ber ku bavê Meyrê soza zewaca keça xwe dabû Kemal. Hevalên Têmûr ji vê rewşê aciz dibin û biryar didin ku herin bi bavê Meyrê va biaxivin. Wê rojê Têmûr û hevalên wî çûne mala bavê Meyrê. Bavê Meyrê ji wan gelek aciz bûbû ji ber ku ew çend ciwan bûn ne kesên zana û pîr bûn. Hevalên Têmûr destûra hevdîtinê ya Têmûr û Meyrê ji bavê Meyrê kirin. Bav piştî çendîn axaftina razî bû û êdî Têmûr û Meyrê hevdu bi destûra bavê Meyrê dîtin.
Piştî du salan Têmûr diçe mala xwe ya li gund, li wir nexweş dikeve û wî radikin nexweşxaneya navendê. Heval û dostên têmûr tên li cem wî lê têmûr pirr dixwest Meyr jî bi wan ra werê wî bibîne. Meyrê nikaribû biçûya nexweşxaneyê lê her tim diçû li cem hevalên Têmûr li wargeha wan. Bi vî şeklî sebra xwe derdixist. Hevalên Têmûr ji dergîsta hevalê xwe re gelek rêzdar bûn lêbelê ji wan yek ne wisa bû. Navê yekî Miraz bû û çavên wî li Meyrê hebûn.
Miraz nexweşîya Têmûr ji xwe re derfet didît, her ku Meyr dihat wargeha wan, Miraz bi wê re eleqedar dibû. Miraz yekî dewlemend bû, dixwest bi dewlemendiya xwe çavên Meyrê bişo. Çend rojan Meyr û Miraz bi hev re digerin, Meyr hêdî hêdî hîn bûbû konfora Miraz. Hinekî fikren Meyrê hatin guhêrtin û bi dilxweşî li cem Miraz digeriya lê Têmûr her tim di bîra wê de bû. Nexweşîya têmûr dirêj hajot, hevalên Têmûr Selîm û Sertîv hemû tiştên qewimî ji Têmûr re digotin. Piştî demekê Meyrê derfet dît û çû li cem Têmûr. Li wir têmûr sar sar bi Meyrê va axivî. Dilê Têmûr weke fîncaneke ferfûrî ya derz lêketî şikestî bû. Têmûr bi mexne diaxivî û ji hevdu xeyidîn. Wê rojê di dilê meyrê de jî hinek guman der bûn. Dema ku Têmûr û Meyr diaxivîn hemşîreya xwişka bijîşk a bi navê wê Senem her tim bi Têmûr ve eleqedar dibû û ew hişîyar dikir. Meyr li ser gumanên xwe û gotinên Têmûr pirr aciz bibû û ji wir bi dilekî şikestî çûbû. Meyrê li dilê xwe nikaribû û dîsa dixwest biçûya wargeha hevalên Têmûr. Di rê de dema ku dimeşiya dengê qorneyekê dibhîse û dizivire paş xwe. Meyr dibîne ku ew Miraz e û gazî wê dikeye. Miraz wê li erebê dike û hinekî rê diçin. Miraz di wê demê de ji wê re dile xwe vedike û erebê dajo cihekî tenha. Meyr naxweze bi wî re bizewice lê Miraz li wir Meyrê dide zorê. Miraz ji Meyrê re dibêje eger tu qebûl nekî ezê erebeyê ji vî kendalî va berdim jêr. Meyr neçar dimîne û bi tirs û dilekî şikestî bi Miraz re diçe mala wan. Dê û bavê Miraz bûka xwe pirr kêfxweş dibin û li ber meyrê digerin ku ew jî kêfxweş bibe lê mixabin…
Çend rojan şûnva dê û bavê Miraz diçin mala bavê Meyrê ji bo vê meseleyê biqedînin. Daweta Miraz û Meyrê bikin. Bavê Meyrê qalanê keça xwe 10 hezar rûbl dixweze û distîne jî. Lêbelê bavê Meyrê nizane ku keça wî zorê tê zewicandin bi yekî nedixweze ve. Miraz keça wî zora mirinê îkna kiribû...
Piştî demekê Têmûr ji nexweşxaneyê derdikeve. Wê demê jî malbata Miraz govand û şahîya xwe dibin li ber derîyê mala bavê Meyrê. Daweta Miraz û Meyrê dibe lêbelê Meyr bi Miraz ve sere xwe li ser bexgliyekî danayne. Roj bi roj Meyr ji ber kirinên xwe poşman dibe û bêrya Têmûr dike. Meyr her roj piştî Miraz ji malê diçe demeke dirêj diket odeya xwe û dernadiket. Meyrê dixwest ku her rojekê ji bo Têmûr nameyekê binivîse û xwe bide îspatkirin ku ew bê sûç bû. Xwesûya wê piştî çendîn rojan kete nav gumana. Rojekê xwesûya Meyrê bi nişka va kete odeya wê û dît Meyr nameyan dinivîseye. Wê rojê Xwesûyê bi planekê Meyr ji odeyê derxist û kete odeya wê hinek nameyên wê nivîsîn ji cihê veşartî derxist û kirin berîya xwe. Xwesûyê mal emanete Meyrê kir û çû li cem mêrê xwe. Bavê Miraz li kar bû û bi tenê rûniştî bû wê demê. Dayika Miraz tê li cem mêrê xwe û wan nameyan bi wî xwendin dide. Dê û bavê Miraz êvarê diçin malê û ji Miraz re dibêjin here dê û bavê Meyrê bîne vir. Wê rojê Miraz dê û bavê Meyrê tînê li mala xwe û hemû tişt aşkere dibin. Bavê Meyrê xwest ku bi keça xwe ve biaxive. Herdu çûn odeyeke din, piştî çend deqîqan dîsa hatin li cem wan. Bavê Meyrê keça xwe ji wê malê rakir û anî mala xwe. Piştî çend rojan Meyr û Têmûr careke din hevdu rast hatin lêbelê dilê Têmûr şikestîbû. Meyr û Têmûr weke du maduran li hevdu niherîn lêbelê Têmûr ji wir dûr ket û çû...