Berhevkar: Hemîd
Rojek ji rojan li gundekî jin û mêrek hebûne. Mêrik bê kar û şixul bûye û her roj li mala xwe vala rûdiniştîye. Jina mêrik ji ber vê yekê gelek aciz bûye lêbelê di destê wê de jî tiştek tune bûye. Mêrikê feqîr bawerîya xwe ji Xwedê nadibirîye û ji ber rewşên ne di destên wî de ne xemgîn nedibûye. Rojekê jina wî mêrikî ji bo tendûrekê çê bike erd dikolandiye. Jinik di bin erdê de kûpekî dibîne û hewl dide ku wî kûpî ji erdê derxe. Lêbelê jinik nikare bi tena serê xwe wî kûpî ji wir derxe. Jinik diçe malê û ji mêrê xwe re dibêje were min kûpek cihê tendûrê de dît, min nikaribû ji erdê derxista. Were em wî kûpî ji erdê derxin. Dibe ku di tê de zêr hebin. Mêrik qet xwe nalivîne û ranabe li ser pîyan.
Dibêje jinik roj diçe ava em herin jî dinya şevreş bûye, em nikarin wî bibînin dîsa. Emê sibê biçin wî kûpî ji erdê derxin û lê binêrin ka çi di wî kûpî de heye. Jinik nikare sebir bike û aciziya xwe nîşanî mêre xwe dide. Mêrik dibêje; Jinik eger Xwedê ew kiribe qismetê me, emê wan zêran ji wir derxin, ecele meke. Jinika bê sebr û bê sekn ji ber acizîya xwe radibe û diçe mala cîranan. Li wir behse meseya kûp dike lê nizane ku berx emanete gur dike. Jina cîrên êvarê ji mêrê xwe re behse wî kûpî dike û ji mêrê xwe re israr dike ku herin zûtirîn wî kûpî bidest bixin. Û êvarê diçin li ser tendûra cîrênê xwe û kûp dibînin.
Cîranên xayin kûp tînin mala xwe û bi kelecaneke mezin devê kûp vedikin .Ew cîranên xayin li ber çavên xwe dibînin ku hundurê wî kûpî bi qalikên pîvazan hatiye dagirtin. Li ser vê yekê gelek aciz dibin û dibêjin; cîranên me li me dikenin, henekên xwe li me dikin. Bi hirseke mezin kûpê qalikan radikin û dibin pêş mala mêrikê feqîr. Ji paceya malê ve wan qalikan hemû davêjin hundurê malê. Di wê demê de Mêrik û jinik li mala xwe rûniştîne û haya wan ji tiştekî tune ye. Ji nişka va dibînin ku ji paceya malê ra zêr rijiyan hundur malê. Mêrik meseleyê fem dike û ji jina xwe re dibêje; jinik min ji te re negot eger ew zêran qismetê me be wê werin cem me...

