Şanoname di hundurê keştiyekê de bi axaftina du xebatkarên keştiyê dest pê dike. Wext nîvê şevê ye. Xebatkarek ji yê din pirsa bihîstina dengên mişkan dike û dibêje;
Ez bi salanin di hundurê vê keştiyê de radizêm, êdî guhên min liv û tevgerên mişkan jî dibihîse. Êvaran ji ber dengên mişkan xew nakeve çavên min. Dema ku şev nîvşevê derbas dibe, hemû kes radizên, qîrînên mişkan jî dest pê dikin. Mişk ji birçîna ra êdî keştîyê dixwun, ne tenê keştiyê hevdu jî dixwun. Hele mişkek heye ku weke bireka hêsin hesinên keştiyê jî dixwe...
Xebatkarê din jê bawer nake û tinazê xwe li wî dike. Xebatkarê tirsok dibêje;
Ev dengên ez dibihîsim ji cihekî tên bîra min lê ji ku tên bîra min ez nizanim.
Bi berdewamî dibêje;
pencerek jî tê bîra min, pencereke di tariya şevê de tê bîra min. Dema ku min ew pencere didît ev dengê qîrînan ji wir jî dihatin.
Tirsa wî xebatkarî ew e ku rojekê werin dema ku ew di xew da ye dev û lêvên wî bixwun. Ev tirsa bi gotinên milet ên berê di nav hevdu de digotin di hişê wî de cih girtî bû.(Dema ku mirov di xew de be Mişk tên dev û lêvên mirovan dixwun) Niha jî ew gotinên milet ji wî re bûne sedema tirsan, ji tirsan nikare êvaran raze. Xebatkarê tirsok ji cihê radize ditirse û dibêje;
îro kê mişk hin çalakiyên din pêk bînin. Ez û te îro di vê keştiyê de tenê ne. mişkan bêhna goştê mirovan bîhn kirîye. demên ku em di xew de ne ji xwe re dikin derfet û dest bi çalakiyan dikin...
Xebatkarê tirsok ji hevalê xwe re hemû gilî û gazinên xwe, tirs û gumanên xwe dibêje lêbelê hevalê wî dîsa jî ji wî bawer nake.
Piştî çend seetan xebatkarê tirsok dîsa hinek dengan dibihîse. Ji nişka va ji cihê xwe radibe, hevalê xwe şîyar dike û pirsa bihîstîna dengan ji wî dike...
Hevalê wî sebeba telaşa wî dipirse û dibêje min tu deng nebihîstin... Xebatkarê tirsok behsa dengên mişkan dike dîsa, dibêje;
Nêzik hatin,pirr nêzike me ne. Dengê nefesa mişk ê ku dengê sar û sermayê derdixe min bi guhê xwe bihîst. Niha mişk binîyê me dikolin...
Hevalê wî dîsa ji wî bawer nake . Ji bo ku ew sakîn û aram be ji wî re nesîhetan dide, behsa lawazbûna mişkan dike ku ew nikarin hesinên keştiyê bihêrînin. Xebatkarê tirsok bi gumana di dilê xwe de mêjûyê xwe dixwe. Dîsa guh didin li ser tarîyê ji bo ku hevalê wî jî ew dengan bibhîse. Lêbelê hevalê wî dîsa ji tariyê tiştekî nabihîse. Xebatkarê tirsok li balteyê xwe digere,wî dibîne û di dest xwe de hazir digire. Hevalê wî ji bo ku ew sakîn be nasîhetan berdewam dike lêbelê dîsa jî nikare wî sakîn bike. Xebatkarê tirsok ji bawer nekirina hevalê xwe dikeve gumanan. Hevalê wî her tim dikir ku wî aram bike lêbelê çavên wî êdî ji bilî wî hemû tişt ji xwe re xeter didît. Xebatkarê tirsok dibêje;
Mişk çawa serê xwe derxe ezê serê wî bi vî balteyî jê bikim.
Hevalê wî naxweze meseleyê dirêj bike. Ji wî re dibêje;
Rast e min jî bihîst ku mişk binîyê me dikolin. Xebatkarê tirsok bi meraqeke mezin ji wî pirs û sûalên cihê mişk dike. Hevalê wî binîyê serê xwe nîşan dide û dibêje; Cihê mişk dikolin binê serê min e, wê ji wir derkevin.
Xebatkarê tirsok bêhtir kelecan dibe, dibêje;
Dema ku tu radizeyî eger mişk derkeve dibe ku ez di taritîyê de serê te û mişk tevlîhev bikim û vî balteyî li serê te bixim.
Hevalê wî ji vê fikrê bêhtir ditirse û rêyeke din diceribîne ku wî îkna bike û ew bisekine. Heval jê re dibêje;
Gerek tu mişkê ku dixwezî bikujî tu wî di pêş de baş nas bikî. Mişk heywanên qurnaz in. Niha ji kerema xwe wî balteyî ji destê xwe dayne, paşê tu dikarî dîsa rakî.
Xebatkarê tirsok bêhtir di derheqê wî de dikeve gumanan û dibêje; Dibe ku ew mişka tu bî, Tu dixwezî ez balteyê xwe ji dest xwe daynim. Ez qebûl nakim, tu min bixwapînî, ez balteyê xwe ji dest xwe danaynim. Hem jî te got mişk heywanên qurnaz in. Niha jî tu hatiye min bixwapînî û dixwezî baltayê min ji destê min bistînî. Him dest û pîyên te tijî pirçin, rûyê te jî dişibê wan û tu weke wan şilî jî...
Hevalê wî ji wî re çi bibêje jî gotinên wî pera nakin. Xebatkarê tirsok êdî hevalê xwe jî ji xwe re xeter dibîne û bi balte ku di destê wî da ye hêdî hêdî dimeşe li ser hevalê xwe. Hevalê wî ji wî re çi bibêje jî çi bike jî ji xwe re çareyeke xilasbûyînê nabîne.
Xebatkarê tirsok bi wî balteyî hevalê xwe dikuje... Şanoname jî di wir de xilas dibe.
*Ev kurtasiya şanonameyeke radyo ye û tirkî bi navê “Gemideki fareler” hatiye weşandin.
Hemîd