Mişkên di keştiyê de;
Hemîd Heftreng'de yazar → Şanoname di hundurê keştiyekê de bi axaftina du xebatkarên keştiyê dest pê dike. Wext nîvê şevê ye. Xebatkarek ji yê din pirsa bihîstina dengên mişkan dike û dibêje; Ez bi salanin di hundurê vê keştiyê de radizêm, êdî guhên min liv û tevgerên mişkan jî dibihîse. Êvaran ji ber dengên mişkan xew nakeve çavên min. Dema ku şev nîvşevê derbas dibe, hemû kes radizên, qîrînên mişkan jî dest pê dikin. Mişk ji birçîna ra êdî keştîyê dixwun, ne tenê keştiyê hevdu jî dixwun. Hele mişkek heye ku weke bireka hêsin hesinên keştiyê jî dixwe... Xebatkarê din jê bawer nake û tinazê xwe li wî dike. Xebatkarê tirsok dibêje; Ev dengên ez dibihîsim ji cihekî tên bîra min lê ji ku tên bîra min ez nizanim. Bi berdewamî dibêje; pencerek jî tê bîra min, pencereke di tariya şevê de tê bîra min. Dema ku min ew pencere didît ev dengê qîrînan ji wir jî dihatin. Tirsa wî xebatkarî ew e ku rojekê werin dema ku ew di xew da ye dev û lêvên wî bixwun. Ev tirsa ...
