Kayıtlar

Şaptirîk û Werdek

Resim
Hemîd Heftreng'de yazar → Wextekê jin û mêrek hebûne; navê mêr Şaptirîk, navê jinikê jî Werdek bûye. Şaptirîk yekî newêrek û tirsok bûye. Ew herî pir ji rovîyan ditirsiye. Wî ji ber tirsa roviyan ji sibê heta êvaran di hundurê tendurê de xwe vedişartiye. Jina wî Werdekê ji wî re nan dihanî li ber tendûrê û didaye wî ku di hundurê tendûrê de bixwe. Eger derî li paş wê hinekî vekirî bima wî dikir qêrîn; Derî bigirin!!! Rûvî wê werin min bixwun. Rojekê bi şîreta Eloyê gavan Werdek kadeyan çêdike û hildide diçe li ser malê ji qulikeke malê re çend kadeyan davêje hundur. Werdek çend heb kade jî li ber derî direşîne û tê li nêzike tendûra Şaptirîk hinekan jî dixwe. Şaptirîk dibîne ku Werdek tiştekî dixweye û ji wê dipirse; + Ew çi bûn ji qulika malê re diketin, te ew kade ji ku hanîn? - Li derva kade dibarin. + Ka hinek kadeyan bide min jî, çima qet nayên li cem min nakevin! - Tu ji vê qulikê dernakevî ku. Here li derva binêre; her der tijî kade bûne, ji xwe re bî...

Bê qelen; Fêrîkê Ûsiv, 1974 (kurtasî!)

Resim
Hemîd Heftreng'de yazar → Lîstikvanên şanoyê; Cepo: Bavê zave ye. *Jina cepo jî heye nav nayê gotin. Têmûr : Merivê Cepo ye, ji kesên xwezginîyan yek e. Ûsiv : Merivê Cepo ye, ji kesên xwezginîyan yek e. Etem : zava bi xwe ye, kurê Cepo ye Koço: ( Xarzîyê cepo) Dûko: bavê bûkê ye. Sernaz : Bûk bi xwe ye, keça Dûko ye. Besê: jina Dûko ye, dayika bûkê ye. Dûdo: Gundiyê Dûko ye û nezewicîye. Milet henekên xwe li wî dike Gundê axdaşê : Gundê Cepo ye. Gundê Biradaşê: Gundê Dûko ye. Şanoname li gundê Axdaşê li mala Cepo dest pê dike. Cepo û jina wî li ser zewaca kurê xwe Etem diaxivin. Ji bo ku herin mala Dûko amedehiyên xwe dikin. Cepo gazî hin merivên xwe dike ku werin bi wan ve herin xwazgîniyê...  Cepo ji vexwerina araqîyê pir hez dike û heta merivên wî tên ew jî araqîyê vedixwe. Merivên Cepo Têmûr û Ûsiv tên digihêjin mala wî lêbelê Cepo di wan deman de serxoş bûye. Bi halê Cepo yê serxoş berê xwe didin mala Dûko Piştî 15 deqîqan dighêjin gundê Biradaşê li m...

Efsaneya Şahmaranê

Resim
Hemîd Heftreng'de yazar → ŞAHMARAN: Zemanekî Zanyarekî Kurd bi navê Ziryal hebûye. Ziryal pirtûkeke bi navê Xwezaya Cîhanê nivisîye. Di vê pirtûka xwe de qala bajarekî maran dike. Bajar di binîyê ‘erdê de ye, dibêje : “Marên ji ber zilm û zorên mirovan rivîyane li wî bajarî xwe vedişêrin û li wir stara xwe dikin. Ziryal di pirtûka xwe de nivîsiye; “Mafê tu zindî û ruhberekî tune ku li ser zindî û ruhberekî din zilm û zorê bike , divê mirov ji hemû zindîyan re bi rêz û hurmet be.” Gava Ziryal vefat dike, pirtûk wekî mîras ji kurê wî Camîsarb re dimîne. Camîsarb wê pirtûkê dixwûne û xeyal dike ku rojekê wî bajarî bibîne û bi Şahmarana xweşik re bijî. Camîsarb û dayika wî pîr xizanin, loma divê her roj here daristanê û li wir êzîngan berhev bike. Êzingên komkirî bîne li bajêr bifroşe û bi heqdestên xwe debara mala xwe bike. Rojekê li daristanê dema ku êzingan berhev dike li bîreke ji hingiv dagirtî rast tê. Camîsarb ji bo ku karibe hingiv tevahî derxîne pêwîs...

Kurtasî ji romana Fîncana Ferfûrî

Resim
Hemîd Heftreng'de yazar → FÎNCANA FERFÛRÎ • Pirtûk bi fikirîna dûr û dirêj a lehengê pirtûkê “Têmûr” li vagonrestoranê dest pê dike. Têmûr bi dîtina keçekê serxweş û nexweş ketibû. Navê wê keçê Mêyr bû. Têmûr cara yekem meyr di şahîya pîrozkirina newrozê de dîtîbû. Piştî wê dîtinê dîsa li şahiyeke kurdan ên kafkasyayê de dibîne. Têmûr di şahiyê de dest bi lêkolîna nasnameya malbata Meyrê dike, dixweze bizanibe ka ew kî ne çi ne. Pirsa wan ji hevalên xwe dike û fêr dibe ka Mêyr keça kê ye. Têmûr û hevalên wî mala wan tesbît dikin. Ew û hevalê wî selîm bi bahaneya hilbijartina parlamentoyê diçin mala wan û di derheqê keçikê de hinek tiştan fêr dibin. Têmûr hejmara telafona mala bavê Meyrê dibîne, bi telefona li ber marketa mala wan telefone mala wan dike. Armanca Têmûr ew bû ku dengê Meyrê bibihîse û ji wê re daxweza hevdîtinê bike. Têmûr çendîn car telefon dike lêbelê nikare biaxive. Careke din cesaretê xwe kom dike û ji Meyrê re derdê xwe dibêje. Meyr û Tê...

Mişkên di keştiyê de;

Resim
Hemîd Heftreng'de yazar → Şanoname di hundurê keştiyekê de bi axaftina du xebatkarên keştiyê dest pê dike. Wext nîvê şevê ye. Xebatkarek ji yê din pirsa bihîstina dengên mişkan dike û dibêje; Ez bi salanin di hundurê vê keştiyê de radizêm, êdî guhên min liv û tevgerên mişkan jî dibihîse. Êvaran ji ber dengên mişkan xew nakeve çavên min. Dema ku şev nîvşevê derbas dibe, hemû kes radizên, qîrînên mişkan jî dest pê dikin. Mişk ji birçîna ra êdî keştîyê dixwun, ne tenê keştiyê hevdu jî dixwun. Hele mişkek heye ku weke bireka hêsin hesinên keştiyê jî dixwe... Xebatkarê din jê bawer nake û tinazê xwe li wî dike. Xebatkarê tirsok dibêje; Ev dengên ez dibihîsim ji cihekî tên bîra min lê ji ku tên bîra min ez nizanim. Bi berdewamî dibêje; pencerek jî tê bîra min, pencereke di tariya şevê de tê bîra min. Dema ku min ew pencere didît ev dengê qîrînan ji wir jî dihatin. Tirsa wî xebatkarî ew e ku rojekê werin dema ku ew di xew da ye dev û lêvên wî bixwun. Ev tirsa ...

ÇÎROKA MAR Û MÊRİKÊ FEQÎR

Resim
H Hemîd Heftreng'de yazar → Yek hebû yek tune bû, rojekê li gundekî mêrikekî pir feqîr hebûye. Mêrikê feqîr her tim di nav erd û çîyayan de dixebitîye. Debara xwe bi heqdestîyên xwe dikirîye. Mêrikê feqîr qet ji heramîyê hez nakirîye, her roj ji xelkê re kort dikolandîye. Rojekê dîsa bi tena serê xwe li nav erdekî, nêzike kaniyekê li yoman bûye. Mêrikê feqîr xebata çend seetan westiyaye û ji bo ku bêhna xwe bidê li cihekî rûniştîye. Li nêzika wira qulikeke marekî jî hebûye. Mar ew mêrika nas dikiriye, çendîn car nêzike wî çûye û hatiye. Mêrik dinihêre ku ji nişka va marek tê li cem wî. Mêrik qet ji mar natirse û ji cihê xwe nalive. Mar tê li cem wî mêrikî, hinekî diaxivin û Mar ji wî ra dibêje min bilî te li vir tu kes nedît. Ez kengî derkevim derva, tu li vir dixebitî. Ez dixwezim ji te ra tiştekî bibêjim lê tu jî soz bide min ku cihê min ji tu kesî ra nebêjî. Mêrikê feqîr qebûl dike. Wan bi hev re diçin ber qulika mar. Mar ji wî ra dibêje tu li vir bisekin,...

kurteçîrok

Resim
H Hemîd Heftreng'de yazar → Berhevkar: Hemîd Rojek ji rojan li gundekî jin û mêrek hebûne. Mêrik bê kar û şixul bûye û her roj li mala xwe vala rûdiniştîye. Jina mêrik ji ber vê yekê gelek aciz bûye lêbelê di destê wê de jî tiştek tune bûye. Mêrikê feqîr bawerîya xwe ji Xwedê nadibirîye û ji ber rewşên ne di destên wî de ne xemgîn nedibûye. Rojekê jina wî mêrikî ji bo tendûrekê çê bike erd dikolandiye. Jinik di bin erdê de kûpekî dibîne û hewl dide ku wî kûpî ji erdê derxe. Lêbelê jinik nikare bi tena serê xwe wî kûpî ji wir derxe. Jinik diçe malê û ji mêrê xwe re dibêje were min kûpek cihê tendûrê de dît, min nikaribû ji erdê derxista. Were em wî kûpî ji erdê derxin. Dibe ku di tê de zêr hebin. Mêrik qet xwe nalivîne û ranabe li ser pîyan.  Dibêje jinik roj diçe ava em herin jî dinya şevreş bûye, em nikarin wî bibînin dîsa. Emê sibê biçin wî kûpî ji erdê derxin û lê binêrin ka çi di wî kûpî de heye. Jinik nikare sebir bike û aciziya xwe nîşanî mêre xwe dide. ...

Dersên Soranî Alfebe û Deng

Waneya 1: Kurmancî & Soranî Waneya 1: Alfabe, Cînavên Kesîn û Silavdan Waneyî 1: Elfubê, Cînavî Kesî u Sillaudên 1. Alfabe û Deng / Elfubê u Deng Kes (Şexs) Kurmancî Soranî (Latînî) Soranî (Aramî) Kurmancî (Latînî) Soranî (Latînî) Soranî (Aramî) Deng / Nav A a A a ا Dengdar (Dirêj) B b B b ب - C c C c ج - Ç ç Ç ç چ - D d D d د - E e E e ە / ـە Dengdara Kurt Ê ê Ê ê ێ Dengdara Girtî F f F f ف - G g G g گ - H h H h ھ - I i - - (Di Soranî de nayê nivîsîn) Î î Î î ی Dengdar (Dirêj) J j J j ژ - K k K k ک - L l L l ل L-ya Sivik - LL ...

Dersa Kurdî: Hevoksazî (Sözdizimi)

Resim
Dersa Hevoksaziyê (Sözdizimi Dersi) Hevoksazî (Sözdizimi) , pêkhatina hevokan (cümlelerin oluşumu) û di wan de rêzbûna hêmanên bêjeyî (kelimesel unsurların sıralanışı) û têkildariyên wan ên hevokî (cümlesel ilişkilerini) vedikole (inceler). Ev vekolîn, li gorî rê û rêzikên rêzimanî (dil bilgisi kural ve kaidelerine göre) çêdibin. Hevok û cureyên wê (Cümle ve türleri) û hevok û hêmanên wê (cümle ve ögeleri) bingeha hevoksaziyê ne (sözdiziminin temelidir). Hevok (Cümle) Li gorî rêgezên rêzimanî (Dil bilgisi kurallarına göre) û têkildariya wate û peywirên hêmanên xwe (ögelerinin anlam ve görev ilişkisine göre) hevok; raman (düşünce), hest (duygu), daxwaz (istek), dîtin (görüş), hikm (hüküm) û rûdanan (olayları) tînin ziman (dile getirir). Bi gotineke gelemperî (Genel bir deyişle); hevokek bi tîpa girdek dest pê dike (cümle büyük harfle başlar) û bi xal (.) an pirsnîşan (...

Dersa Kurdî: Baneşan (Kürtçe Ders: Ünlemler)

Resim
Nasîn (Tanım) Peyv û dengên ku hêstan; bi kovan, nayîrîn, tirs, şayîş, şaşwazî, eciban, hejmetkarî, şahî, dilxweşî, şiyarkirin, ferman, gazîkirin, mixab, nifir û nazaketan şanî dikin re baneşan tên gotin. (Acı, sızı, korku, sevinç, şaşkınlık, hayret, hayranlık, neşe, mutluluk, uyarma, emir, seslenme, üzüntü, beddua ve nezaket gibi duyguları belirten kelime ve seslere ünlem (baneşan) denir.) Hêmanên ku bi binyadî baneşan in, ew neguherbar in. Gelek peyvên din jî bi erkên baneşanî bi kar tên û di formên hevedudanî de cih digirin. (Temelde ünlem olan kelimeler yapısal olarak değişmezler. Ancak birçok farklı kelime de ünlem göreviyle kullanılabilir ve birleşik formlarda yer alabilirler.) Bikaranîna Nîşandeka Baneşanê (!) (Ünlem İşaretinin Kullanımı!) Nîşandeka baneşanê tê dawiyê hevoka baneşanî: (Ünlem işareti, ünlem bildiren cümlenin sonuna konur:) Ax serê min diêşe! (Ah başım ağrıyor!) ...

Dersa Kurdî: Gîhanek (Bağlaçlar)

Resim
Nasîn (Giriş) Gihanek, bêje, komek, an hevokên sereke û pêreyî bi hev ve girê dikin. Neguherbar in, bi serê xwe wateyên girîng nabin, lê di hevokê de rolên alîkar dilîzin. Hin daçek, hoker, lêker, cînavk, rengdêr û navdêr bi erkên gihanekî têne bikaranîn û wekî xwerû an nexwerû cih digirin. (Bağlaçlar, ifadeleri, kelime gruplarını veya ana ve yan cümleleri birleştirir. Değişmezler, kendi başlarına önemli anlam taşımazlar, ancak cümlede yardımcı roller oynarlar. Bazı edatlar, zarflar, fiiller, zamirler, sıfatlar ve isimler bağlaç olarak kullanılır ve doğal veya doğal olmayan bağlaçlar olarak sınıflanır.) A) Bi tevayî gihanek (Genel Olarak Bağlaçlar) Gîhanek ji aliyê peyvsazî, wate û erkên xwe ve têne vekolandin. Ji aliyê peyvsaziyê ve du beş in: Xwerû û nexwerû. (Bağlaçlar, kelime yapısı, anlam ve görevlerine göre incelenir. Yapısal olarak ikiye ayrılır: Doğal ve doğal olmayan.) Gîhanekê...